BASIL REŞÎD / ANHA / HESEKÊ

Radyo Waşûkanî ya ku li navçeya Serêkaniyê ya kantona Hesekê weşanê dike, bûye dengê tevahiya civakê û dengê neteweya demokratîk. Radyo îro dikeve sala xwe ya 5’emîn.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, tevgereke zêde ya ragihandinê çêdibe. Gelek dezgehên çapemeniyê yên dîtbarî, nivîskî û guhdarî dest bi weşanê kiriye. Beriya şoreşa Rojava, li herêmê tenê saziyên çapemeniyê yên girêdayî desthilatdariyê dihatin temaşekirin an jî guhdarîkirin. Niha êdî saziyên ku nûnertiya giyanê civakê dikin û nirxên jiyana hevpar a pêkhateyan vedibêjin, li herêmê hatin vekirin. Ev sazî dibin dengê gel û ji aliyê gel ve tên şopandin.

Radyo Waşûkanî di 28`ê Sibata 2014`an de hatiye vekirin û doh çar salên xwe qedandin. Di radyoyê de 10 xebatkarên Kurd û Ereb, di beşên pêşkêşî, nûçegihanî û teknîkê de dixebitin. Radyoyê destpêkê li ser frankansa 89.7 weşan dikir û tenê li Serêkaniyê dihat guhdarîkirin.

Piştî êrişa Tirkiyeyê xurttir bû

Lê dewleta Tirk a dagirker ji destpêka 2018’an ve êrişî frenkansa radyoyê dikir. Radyoyê di Îlona 2018’an de frekansa xwe guherî û li ser frekansa 103.0 weşan kir. Piştî ku frekans guhert, li Serêkaniyê û gundên wê, li navçeyên Zirgan, Til Temir û Kaniya Xezalan a Bakurê Kurdistanê jî li radyoyê tê guhdarîkirin.

Xebatkarên radyoyê dibêjin, ew hewl didin xem û dozên civakê bigihînin aliyên têkildar. Ew her wiha teqez dikin ku armanca wan xizmeta civakê ye, û hewl didin bibin dengê gel û rêgeza neteweya demokratîk.

Şêniyên Serêkaniyê razîbûna xwe ji radyoyê anî ziman û wan got, Radyo Waşûkanî di nava civakê de ye û dozên civakî dişopîne.  Şêniyê bi navê Mihemed Hacî wiha got: “Radyo Waşûkanî bi nûçe û bernameyan dibe dengê Serêkaniyê û yê neteweya demokratîk.”