Radyoya Dengê Welat 1ê Çiriya Pêşîn a 2017´an de dest bi weşanê dike. Radyoya Dengê Welat civakî, siyasî, çandî û wêjeyî ye û wê li ser xet û kevneşopiya çapemeniya azad bibe dengê gelên Kurdistanê. Radyoya Dengê Welat wê bi mûzîk, stran, bername, û nûçeyan bibe dengê welêt. Di heman demê de wê bibe dengê girtiyên azadiyê jî.
Radyoya Dengê Welat, bi zaravayê Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Hewramî û Kelhorî, her roj li gorî saeta Amedê, ji 05.30´î heta 24.00´an wê bigiştî 18 saet û nîvan weşanê bike.
Radyoya Dengê Welat, ji bo Kurdistanê û Rojhilata Navî li ser pêla 41m, 7520 KHz (kîloherz), ji bo bajarên Tirkiyê jî li ser 31m, 9580 KHz (kîloherz) wê weşanê bike.
Li ser satelaytê jî, Radyoya Dengê Welat, li ser HOTBIRD, bi frekansa 11373, Symbol Reyt: 27500- Horizantal, li ser NÎLSAT, bi frekansa 11354, Symbol Reyt: 27500- Vertikal jî tê guhdarîkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN