Di peyama TEV-ÇAND’ê de hat gotin “Ji bo me û ji bo hemî gelê Kurd û her wiha ji bo huner û hunermendîtiya  Kurd windahiyek mezin û giran e. Bi taybetî di vê dema nazik û hestiyar de ku şoreş û tekoşîna  azadiya gelê Kurd di asteke pir bilind de dijî û ji her demê bêtir hewcedarî bi hunera Kurd a resen bi mamostekî nirxdar ku ji kevneşopiya xeteke dûr û dirêj dihat hebû. Hunermendê nemir Bavê Selah kaniyek bû ku di nav damarên mûzîka Kurdî ya kevnar de, her diherikî; ji milê lêkolîn, lêhûrbûn, afirandin, parastina resentiya kelepûra Kurd û pêşxistina wê di aliyê dengbêjî û sazjeniyê de.”


Dengekî efsanewî bû

Peyama TEV-ÇAND’ê bi vî rengî dewam kir: “Lewra mirov dikare bêje, dengê Bavê Selah dengekî efsanewî bû ku ji kûrahiya dîrokê dihat û her kesî bi hezkirin û baldarî li berhemên wî yên weke Delal, Tahir Begê Lawîn û Siyabend û Xecê û hwd. guhdar dikir. Bavê Selah bi hunera xwe nimûneyek bilind bû ku dikarîbû bi dengê xwe gelek hunermendên nemir ên weke Cemîl Horo, Baqî Xido, Emerê Cemlo, Beytaz, Eliyê Kapê, Elî Tico, Rifetê Darî, Hesen Zîrek, Kawîs Axa, Şakiro, Meryem Xan, Eyşe Şan û hwd. bîne bîra me û jîndar bike.

Em weke TEV-ÇAND koça dawî ya Bavê Selah ji bo xwe û tevahiya  gelê Kurd windahiyek mezin dibînin û wî weke kevneşopiyek zindî û jîndar a di hunera Kurdî de dinirxînin. Lewra Bavê Selah bi ked û xizmeta xwe wê her tim di hest, dil, giyan û bîra me de bijî û wê her tim di dengvedana hunera Kurdî ya resen de bimîne.

Di serî de ji bo malbata Hunermendê me yê nemir û gelê Kurd em sersaxî û aramiyê dixwazin û bila cihê wî bihuşt be..” 


 BEHDÎNAN