Şêx Mehmûd Ebûd Salih ji Eşîra EL-Raşid a Herêma Cizîrê bang li hemû endamên eşîra xwe û şêniyên herêma Til Koçer kir ku berê xwe bidin buroyên Komseriya Bilind a Hilbijartinan û tevlî hilbijartinên federaliyê bibin.

Şêxê Eşîra El-Raşid, Şêx Mehmûd Ebûd Salih got: “Di vê demê de, pêwîstiya civaka Sûriyê bi çareseriyê heye. Pêwîst e dawî li şerê li Sûriyê were. Tekane rêya çareserkirina aloziya Sûriyê federaliya demorkatîk e.ʺ

Salih her wiha bang li hemû endamên eşîra xwe û şêniyên Til Koçerê kir ku  wekî namzet û wekî hilbijêr dengê xwe bi kar bînin û wiha peyivî: ʺDivê her kes tevlî hilbijartinan bibe.ʺ

Şêx Mehmûd Salih di dawiya axaftina xwe de jî got, ti civak bê demokrasiyê nikare azad bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: ʺKomîn şanika piçûk a sereke ya civakê ye. Bi avakirina komînan re civaka rast tê avakirin.ʺ


  ANHA/TIL KOÇER