
Komîseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Kantona Girê Spî, bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, civînek ji Meclîsa Rûspî û Rêveberiyên saziyên girêdayê Rêveberiya Xweser a kantonê re, lidar xist û mekanîzmeya pêkanîna qonaxa dueyemîn a hilbijartinên ku wê di 1´ê Kanûnê de pêk werin, şîrove kir. Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hêvîn Hisên jî ji Efrînê bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku beşdarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî bibin.
Civîn, doh li Mala Gel li navenda bajêr hate li darxistin. Civîn bi amadebûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser û endamên Meclîsa Rûspiyan a kantonê, hate lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî, Hemdan El-Ebid li ser serketinên hilbijartinên komunan axivî û got, “Em di hilbijartinên hevserokatiya komunan a Girê Spî de serketî bûn, encamên wê jî ji aliyê şêniyan ve bi erênî hatin pêşwazîkirin.”
Ji bo hilbijartina nûnerên berjewendiya gel
El-Ebid di dewama axaftina xwe de got, “Sekna gel li kêleka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû pêkhateyan ve, nîşana qebûlkirina Projeya Federaliya Bakurê Sûriyê ye”. El-Ebid destnîşan kir ku armanca hilbijartinan ew e ku welatî bi xwe nûnerên xwe yên parastina berjewendî û mafên wan bikin, hilbijêrin û dûrî xizmeta berjewendiyên şexsî bikevin.
Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî, Zelîxe Ebdî jî, mekanîzmeya hilbijartinan û dabeşkirina rêveberiyên bajarok û navçeyan ên kantona Girê Spî, şîrove kir. Her wiha lîsteyên bernamzetên lîsteya serbixwe û lîsteya Neteweya Demokratîk jî şîrove kir.
Zelîxe Ebdî, di axaftina xwe de agahî derbarê hejmara bernamzetên bajarok û navçeyên kantona Girê Spî û hejmara navendên dengdayîn û sindoqan de jî dan. Edbîd rola Meclîsa Rûspiyan û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a kantonê di teşwîqkirina xelkê ji bo dengdayînê de, vegot.
Endamê Rêveber ê TEV-DEM`ê Selah Firat jî axivî û jiyana hevbeş a di nava pêkhateyên herêmê de, bi hemû ol û tayfeyan nirxand û destnîşan kir ku pêkanîna Neteweya Demokratîk ji bo serketina Projeya Federaliyê girîng e.
Em li dijî Tirkiyeyê qonaxa duyem bi ser bixin
Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hêvîn Hisên bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku beşdarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî bibin û hebûna xwe piştî serketina komunan, careke din biçespînin.
Hêvîn Hisên di destpêka axaftina xwe de got, gava yekemîn a serketina projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hilbijartin in û qonaxa yekemîn a hilbijartinan ango hilbijartina hevserokên komunan serketî bi encam bûye û wiha peyivî: “Beşdarbûna welatiyan di qonaxa yekemîn a hilbijartinan de bi coş bû û di van qonaxên bê de jî em bi hêvî ne bi coş be.”
Derbarê girîngiya hilbijartinan de Hêvîn Hisên got, “Dewleta Tirk her tim hewl dide van hilbijartinan têk bibe da ku projeya federaliyê jî têk biçe û hewl dide hevgirtina pêkhateyên herêmê ji hev bixîne û li dijî rêgezên neteweya demokratîk derbikeve. Hewldana Tirkiyeyê ya dawî jî belavkirina gotegotên di derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan de bû.”
Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hêvîn Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku bi coş beşdarî qonaxa duyemîn a hilbijartinan bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû welatiyên Bakurê Sûriyeyê bi awayekî demokratîk û berpirsyar dengê xwe bikar bînin, da ku asta vîna azad a gelên herêmê were çespandin.”
GIRÊ SPÎ / EFRÎN