Wehab Ehmed axaftina xwe wiha domand, “Ev demeke ji aliyê çeteyên DAIŞ ve bi dijwarî êrîş li ser Kantona Kobanê tên meşandin, lê belê gelê me yê Kobanê bi berxwedanek gelekî mezin bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ dide û xaka xwe diparêze ji lewma ev bêdengiya navneteweyî û herêmî ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ li ser gelê me yê Kobanê divê di demeke herî kurt de dawî lê were û alîkariyek bi gelê me yê Kantona Kobanê re were kirin.” Di çalakiyê de endamên Parlamena Başûrê Kurdistanê Doktor Şêrko û Kak Zana jî li ser navê Parlamentoyê axivîn. Doktor Şêrko anî ziman ku ew piştgiriyê didin gelê Kobanê û wiha axivî: “Em piştgiriya xwe bi temamî ji bo alîkariya bi Kantona Kobanê re radigihînin, her wiha em wek nivisîngeha Parlamena Kurdistanê bi hemû şêweyê ev sûcên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ ve li beramberî Kantona Kobanê tên kirin bi tundî şermezar dikin." Piştî axaftina Doktor Şêrko endamê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Kak Zana jî da xuyakirin hem siyasetmedar, rewşenbîr, parlamenter, hikûmeta Kurdistanê û tevahî herêma Kurdistanê divê alîkariyeke fiilî bidin Kobanê, tenê bi daxuyaniyan nabe. Meş bi dirûşmayan bi dawî bû.
SILÊMANÎ