Di rojnameyê de zarok 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û naletê li kesên ku Komkujiya Roboskê pêk anîne dibarînin. Zarokên jîr û jêhatî di vê hejmarê de bi berfirehî cih dane Newrozê. Zarok bi helbest, wêne û nivîsên xwe ve Newrozê vegotine. Zarok ji berga yekem a rojnameya xwe heta ya dawî bi rengên zindî û xweş rengîn kirine. Belê di Rojnameya dengê Zarokan de vê hejmarê, Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar çn Cîhanê, Komkujiya Helepçe û Roboskê û Newroza berxwedanê heye. Di vê hejmarê de jîg elek zarok bi hellbest û wêneyan rojnameyê dewlemendtir kirine.
14 hejmarên têr û tijî
Dengê Zarokan rojnameyeke ku ji aliyê zarokan ve tê derxistin, rengîn, têr bi wêne û biduzimanî tê derxistin e û bû du sal in ku bi rêk û pêk du mehan carekê di standan de cihê xwe digire ye. Di van rojên ku nîqaşên li ser bi zimanê dayikê perwerde û jiyana duzimanî gur bûye de me hêvî ku siyasetmedarên vî welatî rojnameyeke Dengê Zarokan bigirin û lê bênirên bê ka Kurdî û tirkî ligel hev di heman rojname û rûpelî de din ava ahengekê de cih digirin. Belê ev ji aliyê zarokên Baglara Amedê ve tê pêk anîn. Ew zarokên ku pirî ji wan her roj dibin qurbaniyên vî şerê qirêj û taybet a ji bo gelekî were înkar û îmhakirin. Zarokên Baglara yên ku rojnameya Dengê Zarokan derdixin dibêjin ku ew gelek şad û bextewar in ku salekê din li dû xwe hiştine û ji bo meh û salên pêş dinava amadekariyan de ne da ku rojnameyekê baştir, rojnameyeke serketîtir derbixin.
Yek ji edîtorê rojnameyê Ebru Ugurkan jî bbi coş û heyecaneke mezin diyar kir ku ew 14 hejmarên ku derxitine bi amadekariyeke û kedeke mezin derxistine û ji niha ve zend û bendên xwe ji bo hejmara bê badane.
AMED