Eyşe Şan di nava civata Kurdan da bi navên mîna Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan hatiye nasîn. Eyşe Şan beriya bi 18 salan li Izmîrê wefat kir û cihê wê jixwe ji mêj ve xuya ye di nava muzîka Kurdî de. Ew Mijdara 1938'an li Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê ve ji malmezinan e. Navê diya wê Heciye Xanim û ji êla Hacî Mistefa Begên Erzromê ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezin a Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe jî dengbêjekî navdar û herwiha mirovekî gelek dîndar û xwedêtirs bû.
Dengbêjên Kurd li ser hesta hunera Eyşe Şanê tesîreke mezin kirine, çimkî herdem dîwanxana mala bavê wê ji dengbêjên herêmên cûr bi cûr ên Kurdistanê tijî bû. Li mala wan dengbêjên dengxweş didan ber hev û tev heya roja din berê sibê bi hev re kilam û stran digotin. Osmanê bavê Eyşe Şanê jî ev karê bav û kalên xwe li gorî hêza xwe didomand. Dayika Eyşe Şanê Heciye Xanimê jî carinan bi lorîkên ku ji wê re digotin, ruhê wê yê tejî hest û hisên hunera Kurdewarî dixiste bizav û hereketê. Li ser wan dengbêjîn ku li pişt deriyan wê guh dida wan, Eyşe Şan dibêje: "…erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbekirê hebûya û ji me re qala wan şevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir."

Bav û bira jê nerazî ne

Eyşe Şan ji despêka xûyakirina hunera xwe ji aliyê bav û birayên xwe ve rastî nerazîbûnan tê, bavê wê ji bo jin û keçan stranbêjiyê bi gunehek mezin dihesibîne.
Bûyerek tal di jiyana Eyse Şanê de ew ji ezîztirîn kesên wê dûr xist. Eyşe Şan hê 20 salî bû ku li ser daxwaza bavê xwe bi xortekî bi navê Şewket Tûran re zewicî. Herçend ew xwediyê keçekê jî bûn, lê ew li hev nehatin û Eyşe Şan piştî vê bûyera nexweş hat bajarê Entabê. Wê dev ji keça xwe ya sê mehî û hemû kesûkarên xwe berdabû û ji bona wê hindê jî xerîbiyê di rewşeke wiha de tesîrek gelek xirab li ser jiyana wê dikir. Li Entabê wê bi hezar zemetiyan û bi karê pinîkirin û dirûtina kincên qetyayî debara jiyana xwe dikir. Eyşe Şanê bi hevkariya zilamekî yê bi navê Naîl Baysû du salan li radyoya bajarê Entabê bi zimanê Tirkî stran gotin. Lê ji ber ku di dilê Eyşana Elî de evîna strana Kurdî heye, wê ji karê di radyoya Entabê derdixin. Pişt re Eyşana Kurd hat Stembolê û bo cara yekê bi zimanê Kurdî û Tirkî stranên xwe tomarkirin. Lê belê Eyşe Şan her feqîr û xizan ma û ji ber bêedaletiya şirketên muzîkê gelek xem kişandin. Eyşe Şan piştî demekê tê li Stenbolê bi cî dibe. Zewacek baş dike, sê zarokên wê çêdibin. Lê jiyana wê, ji ber zordestî û neheqiya dewletê dîsa dibe mîna dojehê. Li aliyê din zarokên Eyşe Şan ê lê xwedî dernakevin. Ew, piştî van bûyeran, sala 1979´an berê xwe dide Bexdayê.

Naskirina Cizrawî û Berwarî

Eyşe Şanê bi alîkariya çend hevalên xwe, bi navê Eyşana Elî, di Radyoya Dengê Baxdayê de hêdî hêdî tê nasîn. Ew ji aliyê Waliyê Hewlêrê ve tê vexwendin. Li Hewlêrê hunermendên kurd yên bi nav û deng Mihemed Arifê Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Bi herdûwan re li gelek deverên Kurdistanê konsêran dide. Awayê jiyana Eyşe Şanê bandora xwe li Cizîrî dike. Stirana wî ya "Lê lê lê wayê, Eyşanê lê wayê, çav biçûkê lê wayê" ko bêhna evîna Eyşe Şanê jê tê, di wan deman de hatibû afirandin.
Diyarbekir li ber dilê Eyşe Şanê şêrîn bû. Lê ji ber gefên kûştinê yê bira û xizmên xwe, ew neçû Diyarbekirê. Tenê dayika Eyşe Şanê xwedî lê derketibû. Lê xwedî derketina dayika wê têr nekir ko aşitiyek were holê. Dayika Eyşe Şanê, berî mirina xwe dixwest ji bo cara dawî keça xwe bibîne. Lê îcaze nedanê de. Vê yekê brînek kûr di dilê Eyşe Şanê de vekir. Eyşe Şanê wê demê tevayê êşa xwe bi stirana "Dayikê" anîbû zimên. Stirana wê di dilê kurdan cihê xwe çêkir û di mûzîkê de şopek e kûr hişt.
Jiyana Eyşe Şanê ya bi kul û keser piştî nexweşiya kanserê li Izmîrê di 18 Kanûna 1996´an de bi dawî hat. Wasiyeta wê ew bû ku cenazê wê li Diyarbekirê bê veşartin. Lê daxwaziya wê bi cî nehanîn.


 NAVENDA NÛÇEYAN




Jinek bi tena serê xwe


Kes nikare stranê bikuje. Bi taybetî jî ku stran bi dengekî xweş bê gotin, zû sinora derbas dike. Stran dengek e ku ebedî ye. Tank û top li hemberî stranê bêçare dimînin.
Jinek bi tena serê xwe, dema dibîne ku dengbêjek strana “lêlê Bêmal”, strana ku li ser navê bavê wê di nava gel da belav bûye, distire, hisên wê birîndar û dixwaze rêya bavê xwe bigehîne cihên dûrtir ji Amedê. Wê wiha kir û bi deng û hunera xwe bû mêvana hemû Kurdistanê.
Ew di bêdengiyeke mîna bêdengiya li goristanê, rabû. Xwe ji çardîwarên malê rizgar dike û li dijî adet û kevneşopiyên çewt dest bi avêtina pêngaveke nû dike.
Piştî dengê Meryem Xan û Nesrîn Şêrwanê li bakurê Kurdistanê dengê wê bû xemila şahîyên jiyana Kurdan. Xemgîniya di deng û stranên wê yên folklorî û siyasî da wekî hev e. Di herduyan de jî derdekî giran ji awazên wê xuya ye. Bandora qedexebûnê tesîr li ser kalîteya kar û berhemên wê daniye, lê dîsa jî berhemên baş û ebedî afirandine.
Mixabin gelê Kurd qedir û qîmeta Eyşe Şanê biqasî ku pêwîst bû, nezanî. Ger ew kete ser rêyekê ku çendîn sala ji civaka Kurdan dûr û bi tenê ma, sûcdar ne ew bû, belkî sûcdarên mezin Kurd bixwe ne. Çimkî dema Eyşe Şanê dest bi stranbêjiyê kir, Kurdan bîr û ramanên xwe yên Kurdînîyê wenda kiribûn. Hêdî-hêdî xwe ji bîr dikirin.
Bi resim û adetê qedirzanî ji hemû hunermendên mezin û nemir ku deng û berhemên wan tim pareke cudanebûyî ji şirîntirîn û xweştirîn dem û satên jiyana me bûne, min pirtûkek li ser jiyana wê dengxweşê amade kir û navê wê jî bû: “Prensesa bê tac û text: Eyşe Şan” Dîrok nikare keda kesên weke Eyşana Elî ji bîr bike. Çimkî stranên wan melhema dil û birînên Kurda ne. Em bi stranên wan re carna evîndar bûn, carna kenîn û pir caran em pêre girîn jî. Bi stranên wan şahî û xweşiyên me birêve çûn. Niha jî guhdarkirina wan deng û awazên germ me vedigerînin wan bîranînên salên berê. Bîranîn tal û şirîn, salên dûr û nêz bi dengê wan ji me re zindî dibin. Mala dê û bav, evîna bajar, kulan, tax û axa Kurdistanê careke din dikevin bîra me û tên ber çavên me.
Gelek şevên dirêj heya sibê nerazam û ez bi deng û lorîkên Eyşe Şanê re jiyam. Heya mirov guhdarî çîroka jiyana kesekî/ê neke, qedirê jiyana xwe jî nizane. Birastî jî parzonê Eyşe Şanê parzonê kul û derdane. Bilbila dûr ji welat, lê ji çanda Kurda re gencîneyek millî bi li pey xwe hêşt. Wê ew samanê netewî kir malê dîrok û arşîva hunera Kurdî.
Eyşe Şan sembolek me a naskirî di sedsala 20an da ye. Weke Luciano Pavarotti ji Italiyan re, Umm Kulthum û Feyroz ji Ereban re.

 KAKŞAR OREMAR