Xaçoyê ku berî 7 salan ji me xatir xwest û ji vê dinyayê koç kir di nav kevneşopiya dengbêjiya Kurd de bêguman xwedî cihekî taybet bû. Ji 103 salên temena xwe 95 jê bi strangotinê bihurand. Xaçoyê ku ji bo pêşxistina muzîka Kurdî gelek ked dan, hêj di 8 saliya xwe de dest bi strînê kir. Malbata Garapêtê Xaço yê ku di 1902’yan de li herêma Xerzan jidayik bû, rastî komkujiya 1915’an a ku ji aliyê tirkan ve hat kirin, hat û dayik û bavê wî di komkujiyê de hatin qetilkirin.
Xaçoyê ku berî jiyana xwe ji dest bide ji ANF’ê re axivîbû wiha behsa serboriya xwe dikir: “Elih wan deman hêj bi ser Amedê ve bû. Ez li wir jidayik bûme. Di komkujiya 1915’an de dê û bavê min hatin qetilkirin. Me bi wî halê xwe yê zaroktiyê ji gund rewiya, me berê xwe da gundekî ku li wir mirov nedihatin kuştin û komkujî lê pêk nehatibû. Ew gundê Filêtê Quto bû. Ez hêj 11-12 salî bûm. Xwişka min ji wî gundî zewicî bû. Em jî çûn û li cem wan bi cih bûn. Me li wî gundî xizmetkariya dewlemendan dikir. Qaçaxên Kurd êrîşî qonaxên hikûmetê dikirin û rê dibirîn. Navbera wan qaçaxan û gundên ermeniyan jî gelek baş bû. Ermeniyan ew li mala xwe vedişartin. Ji ber van sedeman jî tirk biryar girtin ku ermenî bi tevahî gundên xwe biterikînin. Bi vî awayî em ji gund derxistin.”

Meşxtiya duyem
Xaço dûre koçî Binxetê dike û wiha behsa wan deman dike: “Dûre me koçî Qamişloya Binxetê kir. Sal 1929 bû. Wê demê Sûriye di destê fransiyan de bû. Ji ber ku tu karekî ku bikim tune bû ez tevli Artêşa Fransiyan bûm. Bi qasî 15 salan li Qamişlo, Derazor, Hasekiyê min ji artêşê re xizmet kir. Kesên ku 15 salan xizmet bikirana malnişîn dibûn. Ez jî malnişîn bûm. Lê feleqa bi reş li dû fransiyan vêca îngilîz avêtin ser Sûriyeyê. Wê demê fransî dîsa bangî me kirin... Pişî ku fransî ji Sûriyeyê derketin ji me re gotin ku hûn jî dikarin bi me re werin Fransayê... Min got ez dixwazim biçim Qafqasyayê yanî Ermenistanê. Serbazên Sowyetan ji min pirsa; “Tu ji kîjan partiyê yî, tu Bolşevîk î yan ne?” ji min kirin. Min jî ji wan re got; “Ez Kurd im. Bolşevîk- molşevîkan nas nakim. Tenê dixwazim biçim Hayastana (Ermenistan).” Hasilî ez û hevjîna xwe di sala 1946’an de derbasî Ermenistanê bûn.”
Dengbêjê mezin Xaço serpêhatiya jiyana dûv û dirêj bi van hevokan didomand: “Li vî welatî bû xizmetdarê ber deriyê xelkê. Ji bo ku nemirim min gelek xizmetkarî kir. Rojek li vir rojek din li wir radiketim. Tiştê nehat serê min nema. Ez hêj zarok bûm, ozanekî kor hebû. Navê wî Şako bû.  Min bihîstibû ku wî ozanê kor stran distrê, ji xwe wan deman kaset maset jî tune bû, me nedikarî ku em klaman guhdarî bikin. Min bixwe bixwe hînî strîna klaman bû. Min wan deman di erd û zeviyên Kurdan de dixebitî. Rojên yekşeman ermenî nedixebitîn, lê patronê min yekşeman jî ji bo şîvaniyê bikim bin rê dikir. Lê dema ku ez diçûm dêrê jî min klaman digot.”
Garapêtê Xaço di nav axaftina xwe de diyar dikir ku ew hemû klamên xwe bi Kurdî strîne û wiha axaftina xwe didomand: “Min bes klamekê xwe jî ji bilî Kurdî bi tu zimanî nestrî. Bi ermenîkî jî min stran nestrîn. Min tu carê ji bo pereyan stran nestrîn. Ji bo pere strîn gelek tiştek şerm e.  Di dengbêjiyê de ji bo pere stran nayê strîn. Bêsekn ez dikarim mehekê bi şev û roj klam bistrêm.”

Radyoya Êrîvanê 
Xaço wiha behsa salên xwe yên li Radyoya Êrîvanê kiribû: “Di sala 1950’yî de min li Radyoya Êrîvanê di beşa Kurdî de dest bi xebatan kir. Di dema pergala Sowyetan de kesî nikaribû li ser axa, beg û ‘Xwedî’ klaman bistrê. Dema ku min klam dstra mudaxala dikirin, digotin; ‘ev li ser axa û began in, navê Xwedê derbas dibevan stranan nestrê, ev qedexe ne.’ Min jî ji wan re digot ger ez li ser wan nestrêm ez ê çawa bistrêm. Dema ku ez diçûm radyoyê Kurd ji min re digotin; ‘Xale Garapêt ka ji me re straneke bistrê.’ Lê ji ber qedexeyan min nedikarî li gorî dilê wan bistrêm. Dema ku vedigeriyam malê jî ji min re digotin; ‘Kuro Garapêt, malmîrat te çima strana me xwestî nestrî’ ji min dixeyîdîn. Ji 1950’yî heta 2000’an min li Radyoya Êrîvanê xebitî.”

Hevalên Garapêt
Dengbêjê mezin Xaço der barê muzîka xwe û hevaltiyên xwe de jî van agahiyan dabû: “Cara yekem Egîdê Cimo bi min re xebitî. Lê mixabin klamên min û muzîka wî li hev nedikirin. Diviya  me prova bikira lê dewletê destûr nedida. Hevaltiya min û Cimo wiha dest pê kir... Zêdetirê 50 salan me li radyoyê ligel hev xebat meşandin. Ez kasetên xwe bi tevahî didim hemû kesan. Kî hatibe ber derê min min kasetên xwe danê. Hejmara wan jî nizanim. Bi qasî ku dizanim li Sûriyeyê, li Ewropa û Kurdistanê bi sedan hene pê dizanim. Kasetên min ketine dstê gelek kesan. Dengê tenbûra Mihemed Arif pir xweş e. Lê berî wî hevalekî min ê din hebû. Navê wî Seyîdê Cizîrî bû. Ew jî bi min re di Artêşa Fransiyan de bû. Ji gelê Botanê bû. Dema me tetbîqatan çêdikir, ez û Seyîd bi hev re klam distran.”

Kurd gelek ji min hez dikin

Garapêtê Xaço der barê hezkirina ku Kurd jê dikin de jî wiha axivî bû: “Kurd gelek ji min hez dikin, ew qas rê ji bo dîtina min tên vir. Li ser axa ku ez jidayik bûm gelek dengbêj hebûn. Lê li Ermenistanê dengbêjên mezin tune bûn. Hin dengbêjên êzidî hebûn. Lê yê wan jî repertuareke wan a baş tune bû. Yê Şêroyê Biro jî  ji bilî klamekî pêve bi tu klamî nedizanî. Min gelek klam dan wan û min wan perwerde kir. Niha jî maşalah her kes klaman distrê. Ev yek ji bom in cihê şadiyê ne. Dibe ku yekî sibê disibe bêje; ‘Xwedê jê xweş be mirovekî baş bû.’  Dengbêjî hunereke wiha hêsan nîn e ku bi careke bikemile. Herkes nikare dengbêjiyê bike. Kesê ku bi vî karî radibe divê ji heq jî were der. Wekî mînak yekî rabe û der heqê wî mirovê leheng ê ku niha di zindanê de ye straneke çêbike û ji heq dernekeve ango bi klamê xwe ve nirxeke dernexîne holê wê demê ji bo wî kesê derewkar tê gotin. Ji bo Kurdan dengbêjên baş divê.”

ÊRÎVAN