Dengên kevin, besît, ne li studyoyê qeydkirî. Arkeologê Emerîkî Ralph S. Solecki gava ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê kolanên arkeolojîk dike. Hingê ew stranan û muzîkên govendê yên li ber dahol, zirne qeyd dike. Solecki ji bo qeydên xwe dinivîse, ”Gelekî dişibin stranên çiyayiyên me yên Appalaçî… stran li ser mijarên gerdûnî yên weke evîn û şeran in.” Di albuma ku Smithsonian Folkways Recordingê hingê weşandî de wergerên gotinên stranan jî hebûn tevî kurteyeke li ser dîrok û çanda Kurdî.
NAVENDA NÛÇEYAN