Hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê nêz dibin û şîrketên lêkolînê encamên lêkolînan ji raya giştî re eşkere dikin. Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) ev demek e li Kurdistanê der barê hilbijartinên herêmî de lêkolînan dike û encama lêkolînan eşkere kir. Kordînatorê Giştî yê SAMER'ê Welat Ay diyar kir ku dema lêkolîn kirine encama hilbijartinên 2009 û 2011'an û rewşa heyî dane li ber hev.


Dengên BDP´ê zêde bûne

 Welat Ay der barê lêkolînên ku li herêmê kirine wiha got: "Di nav hilbijêrên herêmê de profîlên balkêş derdikevin. Di navbera hilbijartinên herêmî û giştî de di nav hilbijêran de hinek nêzîkatiyên cuda hene. Di hilbijartinên Kurdistanê de BDP serkeftîtir e. BDP di hilbijartînên herêmî de bêtir tê tercîhkirin." Ay da zanîn ku ger îro hilbijartin pêk bê, BDP'ê li gorî hilbijartinên 2009 û 2011'an dengê xwe zêde kiriye û wiha pê de çû: "Me der barê sedemên zêdebûna dengên BDP'ê lêkolîn kir. Di vir de 2 xal derdikevin pêş. Ya yekem ew e ku BDP di rêveberiyên herêmî de serkeftin bi dest xistiye, bi taybet jî bandora şaredariya gel heye. Ya duyem jî bandora pêvajoya çareseriyê ya li ser gel e."

BDP pir bi îdia ye

Ay destnîşan kir ku di hilbijartinên li herêmê de BDP bûye îrade, bi taybet jî li bajarên wekî; Mûş, Çewlik, Agirî, Bedlîsê lêkolîn kirine û wiha axivî: "Me bi taybet jî der barê şaredariyên ku li Kurdistanê di destê AKP'ê de ne lêkolînek kir. Me dît ku li gorî hilbijartinên 2009'an BDP'ê dengê xwe pir zêde kiriye. Ji bo bidestxistina şaredariyan BDP pir bi îdia ye. Ji ber ku li gorî hilbijartinên 2009 û 2011'an gelek kes ji AKP'ê dersbasî BDP'ê bûne. Her wiha di demên dawî de li Kurdistanê gelek malbat û eşîrên mezin derbasî BDP'ê bûn. Wisa xuya dike ku dê hilbijartinên Bedlîs, Mûş, Agirî û Çewlikê pir dijwar derbas bibin."

Partiya yekemîn e

Welat Ay diyar kir ku li gorî lêkolînên wan li herêmê BDP partiya yekemîn e û encamên anketa 4 bajaran parve kir. Li gorî anketê ger îro hilbijartin çêbibe dê li 5 bajaran encam wiha bibe: Sêrt: BDP %47 AKP % 45 yên bêbiryar %4. Agirî: BDP % 49, AKP % 38.5, yên bêbiryar % 7. Îdir: BDP % 27, AKP % 25, MHP % 24 yên bêbiryar % 10. Dêrsim: BDP % 39.4, CHP % 38.5, Ali Tacer: % 6.1 yên bêbiryar % 8. Akdenîz: BDP: % 31.9, CHP % 30.2, AKP % 21.1, MHP % 12.1 yên bêbiryar % 4.9

Ereb li gel BDP´ê ne

Welat Ay da zanîn ku bi taybet jî li Rihayê namzetiya hevşaredariyê ya Osman Baydemîr û Leyla Akça bandorek mezin li ser hilbijêran kirine û wiha got: "Pergala hevşaredariyê û feraseta şaredariya gel bandor li ser gel kiriye. Bi taybet jî li Sêwregê dengên BDP'ê zêde bûne. Gelê ereb BDP'ê wek alternatîf dibînin. Her wiha malbat û eşîrên mezin yên Rihayê BDP'ê wek alternatîf dibînin û bi BDP'ê re têkiliyên xwe xurt dikin." Ay destnîşan kir ku li Rihayê BDP bûye alternatîfekî cidî û dikare şaredariyê bi dest bixe. Welat Ay destnîşan kir ku bi operasyona nelirêtiyê ya 17'ê Kanûnê re, AKP hem li Kurdistanê û hem jî li tevahiya Tirkiyê gelek deng wenda kirine.

Hevşaredarî hat pejirandin

Ay bibîrxist ku hinek weşanên nêzî AKP'ê de hatiye gotin ku Amedî namzetên jin naxwazin, rast nîn in û wiha got: "Ez dixwazin der barê lêkolîna me ya Amedê ku hêj bi encam nebûye parve bikim. Sedî 91'ê Amediyan pergala hevşaredariyê êrênî dibînin. Dema ji bo namzetiyê navê Gultan Kişanak hat aşkerakirin, hemû kes erênî nêzîk bû. Li hember namzetên jin nerazîbûn tune, gel pergala hevşaredariyê erênî dibîne." Welat Ay destnîşankir ku li Mêrdîn, Wan, Erzirom û navçeyên Erziromê wê BDP suprîzan bike.


Li Stenbolê sedî 20-30
Ay da zanîn ku li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî lêkolîn kirine û wiha got: "Li gorî anketa me li Îzmîrê dengên HDP'ê sedî 5, li Stenbolê sedî 7.5 e. Ev jî tê wê wateyê ku li Stenbolê 750-800 hezar kes deng bidin HDP'ê. Di anketa me ya li Stenbolê de daneyên balkêş derketin holê. Me li hilbijêran pirsî 'Ger hûn nedin partiya ku hûn difikirin deng nedinê, hûnê deng bidin kîjan partiyê'. Sedî 12'ê hilbijêran gotin HDP. Me got ger hûn deng nedin tercîha duyemîn hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê, dengên HDP'ê derket sedî 20-30." Ay destnîşan kir ku bi namzetiya Ahmet Tûrk li Mêrdînê, Sirri Sakik li Agiriyê û Osman Baydemir li Ruhayê dengên BDP´ê pir zêde bûne.

AMED