
Cenazeyê Rojnamegera Kurd Denîz Firat a ku dema berxwedana li Qampa Mexmûrê nûçe dişopand û di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da birin Bakurê Kurdistanê. Cenaze pêşî ji bo otopsiyê birin Amedê. Cenazeyê Firat li Saziya Tipa Edlî ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ji gelek kesan ve bi slogana "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Firat li nexweşxaneyê otopsiya wê hate kirin û careke din cenaze ji aliyê jinan ve hate wergirtin. Cenazeyê Firat ji bo veşêrin birin Wanê. Cenazeyê Deniz Firat wê îro li navçeya Ebexê ya Wanê bispêrin axê.
´Emê te jibîrnekin´
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo rojnamevana Kurd Denîz Firat a ku di êrîşa çeteyên DAIŞ de li Mexmûrê jiyana xwe ji dest da, peyameke sersaxiyê weşand. KCK’ê ji bo malbata Firat, camiaya çapemeniya Kurd û gelê Kurd sersaxî xwest û wiha dewam kir, "Rêheval Denîz a kadroya çapemeniyê, di rêya bi dehan şehîdên çapemeniyê û du xwişkên xwe yên şehîd de meşiya, ji bo gelê wê bigihêje jiyaneke azad û demokratîk wek xebatkareke çapemeniyê dema rola xwe dilîst şehîd ket. Di serî de ji bo malbatê, gelê me, rêhevalên wê û tevayî xebatkarên çapemeniyê re dibêjin serê we sax be. Xebatên wan ên ronakkirinê wê gelê me ronî bike û bigihîne jiyaneke azad û demokratîk.”
Daxuyanî wiha didome, “Denîz Firat; wek xeleka dawî ya têkoşîna derxistina îradeya azad û demokratîk û ronakkirina civakê ya Mazlum Doganan, Gurbetelliyan, Selçukan, Zeyneban, Şîlanan di dîroka têkoşînê de cihê xwe yê pîroz wergirtiye. Dema xebateke pîroz bi rê ve dibir ku gihişt şehadetê, wê tevkariyê li têkoşîna jiyanê ya azad û demokratîk bike. Wê şehadetê wek nîşaneya ku gelê Kurd tevayî êrîşkar têk birine û wê bigihije jiyaneke azad û demokratîk di dîrokê de cihê xwe girtiye. Wê gelê Kurd vê keça egîd a bi kameraya xwe di nav eniya berxwedanê de cih girt , berxwedana gel bi awayekî zindî radigihand ji bîr neke. Wek du xwişkên xwe yên şehîd ku tevlî karwanê şehîdan bû, wek israra gelê Kurd a di jiyana azad û demokratîk de îspat kiriye, bûye sembola ku wê Kurd têkoşîna jiyana azad û demokratîk mutleq qezenc bike.” KCK ragihand ku çapemeniya azad û alternatîf wê di şopa vê şehadetê de bimeşe û gel hê zêdetir ronî bike, wê rola xwe ya ji bo îrade û berxwedana jiyana azad û demokratîk bihêz bike rola xwe hê bihêztir bilîze..
Şopdarê kevneşopiya rast
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rêhevala me Denîz Firat a malbata wê jî li Mexmûrê bû, bi rojnameya heftane ya Kurdî ya li wargeha Mexmûr derdixist, bi nûçeyên ji ajansan û bernameyên televîzyonan re çêdikir bibû deng û hişmendiya gelê Mexmûr. Di kêliya şer de jî dîsa rola xwe ya bihêzkirina hişmendî û îradeya gelê xwe lîst û bû layiqî kevneşopiya berxwedanê ya gelê Mexmûr. Dayika Denîz ku got, Sê zarokên min jî şehîdên Kurdistanê ne’ koka hesreta azadiyê û hişmendiya welatparêziyê ya di malbatê de derxistiye holê. Bêguman malbatên çend zarokên xwe di têkoşîna azadiya Kurdistanê de winda kirine wê bibin rûmeta gelê Kurd."
Daxuyanî bi van hevokan bi dawî dibe: “Cihê şehîdên me, dayikên şehîdan û malbatên me di têkoşîna me de pîroz e. Em ê timî li van pîroziyên xwe xwedî derkevin. Ji bo em hesretên wan ên azadî û demokrasiyê bînin cih a dikeve ser milê me em ê heta dawiyê bi cih bînin. Denîz Firat û tevayî şehîdên me yên vê pêvajoyê rêhevalên herî bi qîmet ên rêbertiya me û tevayî şehîdên me wê wek mizgîniya jiyana azad û demokratîk timî bên bibîranîn. Rola ronakkirinê ya Denîz Firat bi şehadeta wê re ku hê zêdetir bê kûrkirin û pêşxistin, îrade û berxwedana azadiyê ya gelê Kurd bê pêşxistin, wê tevayî êrîşan bişkîne, ala demokrasî, azadî û sosyalîzmê di serî de li Kurdistanê li tevayî Rojhilata Navîn bilind bike.”
Divê ev xebat bidome
Serokê berê yê Rêxistina Kedkarên Çand û Hunerê ya Swêdê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê helbestvan û nivîskarê Swêdî Peter Curman, ji bo rojnamevan Denîz Firat a di 8'ê Tebaxê de li Kampa Mexmûrê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat qetilkirin, ji ANF'ê re peyameke sersaxiyê şand. Curman diyar kir ku qetilkirina Firat ew şoqe kiriye û gelekî pê êşiyaye. Curman di peyama xwe de got, "Ew bi hunera xwe ya rojnamevaniyê re ji bo me hemûyan hêviyek bû. Divê em hemû têkoşîna wê dewam bikin." Curman ku yek ji helbestvanên navdar ên Swêdî ye û bi salan di rojnameya xwedî tîraja herî bilind a Swêdê Aftonbladet de redaktoriya şef a beşa çandê kir, sê pirtûkên wî Şopên Pêyan, Bawezînên Bakur û Dumen bi Tirkî hatine wergerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN