Heftêya borî di meşa ciwanan de bûyerek rû da. Bûyer pir balkêş bû, hem sosret bû him jî cihê pêkenînê bû. Bi gotineke din him trajedî û him jî komedî di nav hev de bûn. Lewre em dixwazin carekî din bînin bîra mirovan, misoger li ber çavên gelekan ket û gelekan jî bûyerê bihîst. Lê divêt mirov hindek li ser vê meseleyê bisekine û lê bikole.
Di meşa ciwanên Kurd de yên dixwestin xwe bigihînin Festîvala Navnetweyî ya Kurd gelek bûyer encam dan. Polîsan ji destpêkê ve dest di meşvanan werda û nehiştin ku ciwanên Kurd çalakiya xwe bi hêsanî lidarbixin. Piraniya wan hatin binçavkirin, gelek ji wan li rastî êrîşan hatin û hin ji wan jî birîndar bûn. Hîna di destpêkê de polîs êrîş dibe ser ciwanên ku dest bi meşa xwe jî nekirîne. Armanca wan jineke ciwan a Kurd e. Hevalên wê xwe didin ber, nahêlin ew bibin. Lê polîs zêde ne, hêz ne adil û dadwer e. Dewlet di xeterê de ye! Notirvanên dewletê jî neçar in wê biparêzin. Ya xeter afirandî û dewlet tirsandî jî jina ciwan a Kurd e. Jina ciwan sûceke mezin ku heta niha di nav Kurdan de nehatiye bikaranîn kiriye. Jina ciwan li ser destê xwe wêneyê rêber Abdullah Ocalan neqişandiye. Ew rêberê ku xizmeta herî mezin ji jinan re kiriye. Ew rêberê ku artêş û partiyan diyariyê jinan kiriye. Helbet wê herî zêde jin xwedî lê derkevin. Polîs jina ciwan binçav dikin. Gelek hevalên wê jî dibin armanca derb û êrîşan. Heta roja mîtînga li Dûsseldorfê jî li ser rûyê hind ji wan şopên derbên polîsan hebûn.
Her wisa ew deq bû mijara me û xwe li nivîsa me ya îro kir mêvan. Me çav li dîroka pîr gerandin. Bi roja me ya îro re da berhev. Ew deq çi ye û çima polîsê Elman hinde jê çavtirsî bûne?
Niha li tevahiya dinê wek modeyek e. Sal bi sal di nav gel de, bi taybetî jî di nav ciwanan de zêde dibe. Mirov dikare bibêje ku ji sisêyan yek mirovên li Ewrûpayê bedenên xwe deqandine. Li ser rûyên wan, li ser destên wan, li ser singa wan û heta hind ji wan hene ku hema bêje tevajiya bedena xwe dane ber deqan.
Li ser bedenên wan mirov li rastî şikil, fîgûr û nivîsên cûr bi cûr dihê. Li ser hinan wêneyên balinde, çivîk û heywanên cihêreng hene. Li ser hinan sembolên sûr-realîst û abstrakt yên ji şîroveyê re vekirî hene. Li ser hinan jî peyamên rasterast yên siyasî, olî û çandî jî heyîn. Her kes li gorî nêrîn, bîr û baweriya xwe bedena xwe deq dike.
Li Ewrûpayê bi taybetî jî li Elmanyayê deq wek tattoo dihête pênasekirin. Li gorî lêkolînan tattoo jî ji zimanê Tahîtî de ji peyva tautau dihê. Mêjûya wê xwe berdide kûrahiya dîrokê. Li parzemînên Emerîka di nav akinciyan de, li Hindistan, Japonya û Efrîkayê jî ji mêj hatiye bikaranîn. Helbet Mezopotamya jî ji xwe dergûşa mirovahiyê ye. Mirovên berê li gel xemilandinê wisa bawer dikirin ku deqandin li dijî giyanên xerabiyê û nexweşiyan jî derman û wek alava parastinê ye. Li aliyê din rewş û asta mirovan a di nav civatê de jî diyar dikir; wek nimûne, serdest, bende, karker û leşker jî bi şêweyên deqên xwe dihatine naskirin.
Ew dîroka ku xwe digihîne 2000 sal berê zayînê ji deqên li ser miriyên mûmyakirî yên Misriyan hatîn tespîtkirin. Yunanên kevnar û Romayiyan deqandinê wek karekî aîdê barbaran dihesibandin û li ser sûcdar û bendeyan bikardianîn. Ji bo di nav civatê de diyar bin û bêne naskirin ew bi şiklên cûr bi cûr deq dikirin. Divêt mirov lê zêde bike ku di heman wextî de wateyeke wê ya lekeyê jî heye. Sûcdar û bende ji bo wê jî dihatin deqandin, leke ango deqa sûcdariyê heta mirinê li ser eniya wan dima. Mesîhiyên destpêkê jî li ser bedena xwe şiklên xaçê an jî navê Mesîh dinivîsandin, dûvre di baweriya Mesîhî de hat qedexekirin.
Di navberê de dem û dewran derbas dibe û Ewrûpî deqê ji bîr dikin. Di dawiya sedsala 18 an de Ewrûpî di encama seferên Emerîka de li cem akinciyên Emerîkayê û li Polînezyayê li rastî deqê hatin û peyva tattoo dîsa di nav lîteratûrê de cih girt.
Wek me li jor jî behs kir; deq an jî tattoo li gorî hest û nêrînên cihêreng dihêne bikaranîn. Aliyê wê yê romansî, aliyê welathezî û aliyê îdeolojîk, bawermendî û siyasî jî heye. Jina ciwan a Kurd jî evîna ji rêberê xwe re diyar kiriye. Beden bedena wê ye, maf mafê wê ye. hiqûk û qanûnên pêşketî! Yên Ewrûpiyan rê nade ku dest bidin bedena ti kesî. Gava yek bêje; na! Her tişt diqede. Ango gava babet Kurd be, rêberê Kurd û jina ciwan a Kurd be qanûn û şaristaniya wan têkdiçe. Ev di heman demê de sûceke li dijî bedena jinê û ya mirovek e. Baş e eger bi milyonan Kurd li ser bedena xwe wêneyên rêber û sembolên xwe yên neteweyî bineqişînin wê polîs wê demê çi bike? Wê kîjan mehkeme biryarê bide?