Babet û naverok
Babeta film ji aliyê gelek Kurdan ango kesên ji Rojhelata Navîn ve nasyar e. Di navenda babetê de jin heye, jina Kurd. Jina ku li dijî zewaca bikotekî derdikeve û bi destgirtiyê xwe re direve. Çîroka jina ku li dijî kevneşopî û toreyên kevnare wek serhildêrekê derdikeve pêş ji başûrê Kurdistanê dest pê dike. Siyarê ciwan ku birayê wê ye û piştî mirina bavê xwe wekî sermiyan di nav malbatê de derketiye pêş jî ji bo malbata xwe ji vê ‚rûreşîyê‘ rizgar bike dikeve pey wan, herwisa çîrok di ser Stenbolê re, vediguhere karesata penaberan Yewnanîstan û Berlîn jî dibe warên wan û xwe digîhinine Osloyê. Siyarê lehengê fîlm li Stenbolê pêrgî keçeke Kurd hatiye û dilberdane hevdu, qedera xwe dikin yek û didin ser riya Ewropayê. Ev evîndarî li ser derûnî û hizra Siyarî guhertinên kûr çêkiriye û di encama çîrokê de Siyar nikare guleyan berde xwîşka xwe. Lê lehengê ku pê li qanûnên kevnare yên rojhelatî dike û dev ji doza namûsê berdide, ji aliyê qaçaxçiyekî ve tê kuştin. Li aliyê din jî ew mêrî ku Nermînê wî naxwaze û ji ber wê terkewelat dibe, di dawiya fîlm de bi xwîşka Nermînê ya biçûk re li gorî adet û teqalîdên Kurdewarî dizewice.
Fîlm ji gelek alîyan ve wek berhemeke serkeftî derdikeve qada sînemayê, li gelek welatan ku di nav de Festîvala Tray Bacer Li New Yorkê Xelata Baştîrîn Wêne, li Abû Dabî baştîrîn fîlm, li Norwecê baştirîn fîlm û li festîvala Goteborgê jî baştirîn fîlmê bakurê Ewropayê wergirtiye. Herwisa li festîvala Duhokê jî sê xelat û sala 2013 an li Norwecê bûye fîlmê salê ku fîlmê herî zêde xelatên navxwe û yên ji derve wergirtine…
Ji Başûr heta Stenbol, Berlîn û Osloyê keda gelek kesên ku navên li ser perdeyê xuya nakin tevli berhemê bûye. Ango mirov dikare behsa kedeke kolektîf a neteweyî bike.
Huner ji bo çi?
Di dawiya nîşandana fîlm de derhêner Hîşam Zamaan, li gel hind lîstikvanan û prodûktor Mehmet Aktaş derketin pêşberî temaşevanan. Prodûktorê fîlm Mehmet Aktaş dilxweşiya xwe ya ji pêwendiya fîlm re bi lêv kir û da zanîn ku di serî de li Stutgartê wisa jî li gelek deveran ev fîlm hatiye nîşandan, di hind salonan de bi tenê du Kurd hebûne, vê jî weke ciyê daxê diyar kir. Herwisa Mehmet Aktaş da zanîn ku li gelek deveran pir kes daxwaza fîlmên dîrokî yên li ser kesayetên wekî Şêx Seîd, Mele Mistefa û Abdullah Ocalan dikin, ew daxwaz tev de di cih de ne û pîroz in, lê ji bo vê jî divêt Kurd pêwendiyeke germtir nîşanê sînemayê bidin. Derhêner Hîşam Zamaan axaftina xwe bi tevahî bi îngilîzî kir, ji ber ku tevahiya almanan jî bi înglîzî baş nizanin û Kurdên li salonê amade jî pir kêm bi înglîzî dizanin, li dewsa dîalogê monologeke yekalî pêkhat.
Fîlm wekî fîlmekî xwerû bi Kurdî, xwediyê nasnameyeke Kurdî ye. Lê wekî felsefeya ku em ji fîlm têgihiştin fîlm li gorî naveroka babetê bi dawî nabe; babet li ser rewşa jinê, tundûtujiya li dijî jinê, li dijî kevneşopiyên ku divêt hêdî ango bilez, lê tekez ji nav civaka me rabin, derdikeve. Di vir de serhildana Nermînê wek raperîneke pîroz xwe dide der, lê armanc û ciyê rizgariyê wek warê penaberiyê derdikeve pêşiya wê, ev çiqas rasteqînî ye, gelo çiqas keç û jinên Kurd dikarin xwe di ser hinde welatan, çîya, daristan û astegiyan re xwe bigihînine Oslo an jî Berlînan? Helbet hêjayê gotûbêjê ye. Li aliyê din lehengê ku bi bandora evînê dest ji doza kevnar û hovane dikşîne, ji aliyê qaçaxçiyekî ve tê kuştin, mirov xebînet li lehengekî wisa dike, divêt ne wisa bi belengazî lê bi peyamên xurt ve peyamên tijî hêvî belav kiriba. Herwisa ew adet û toreyên ku Nermîn li dij derket, jiyana xwe avêt xeterê di encama fîlm de bêtir bi sosretî û dijwariyeke din ve diqede. Xwîşka Nermînê ya biçûk ji heman mirovî re dibe jin û fîlm wisa bi dawî dibe. Ango fikra: Tu bikî nekî çerxa felekê ev e, guhertina wê ne pêkan e. Derdikeve holê. Li ser pirsyara ku gelo rizgariya jinê ya li dijî vê çarenûsa erjeng di ku de ye? Derhêner Zamaan wiha bersivand:‘Ciwan dimirin, lê çand her wek xwe zindî dimîne.‘ Ev gotin jî bi serê xwe hêjayê gotûbêjê ye. Fermo li fîlmekî xwerû bi Kurdî temaşe bikin û hûn jî nêrînên xwe vebêjin…
YEKO ARDIL/BERLIN