EHMED KEMYAN /TIRKÎ EL-KALIT / ANHA/EYN ÎSA
Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina hin deveran zêdeyî 300 hezar kes hatin koçberkirin. Dagirkeriya dewleta Tirk wekî dewama siyasetên guhertina demografya herêmê ermenên herêmê dan koçberkirin û ziyaneke mezin gihandin pîrozgehên wan.
Di serdemên dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê ya li bajarê Girê Spî de di navbera 2013 -2015‘an de dêrên ermen ên katolîk hatin wêrankirin û gelek jê bûn baregehên leşkerî yên çeteyan.
Piştî ku bajêr ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve ji çeteyan hat rizgarkirin malbatên ermenî vegeriyan malên xwe. Rêveberiya Xweser a bajêr dest bi sererastkirina deverên olî yên pêkhateyan kir.
Hevseroka Buroya Ol û Baweriyan a Rêveberiya Xweser Ezîza Xenafir li ser rewşê got, “Bûyera terorîstî ya qetilkirina keşeyê Dêra Ermen a Katolîk ê bajarê Qamişlo Hosip Bidyon û bavê wî Hena Bidyon girêdayî siyasetên qetilkirin, koçberkirin û guhertina demografîk a dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê dikin, qewimî ye.”