Bi kevirên dêrê qareqol avakirin
Piştî Kalo pir, dêr bêxwedî û vala ma. Keyayê gund Ferzende Kizilkale, der heqê dêra bênav û bê xwedî de agahî dan u diyar kir ku ev warê dîrokî û qedîm ku di salên borî de warê îbadeta ermenîyan bû, cihekî pir zindî û bi tevger bû, lê niha bê xwedî û bê kes e. Kizilkale, da zanîn ku leşkerên Qaraqola Cendirmeya ya Canîkê kevirên Dêrê yên birî û şehkirî, ji cih rakirin û birin di avakirin û çêkirina dîwarên qaraqolê de bikaranîn. Kizilkale, anî ziman ku ew agahiyên bavê wî jê re gotiye û wiha axivî: "Piştî Îsyana Çiyayê Agirê li herêmê gelek qaraqol hatin çekirin. Qaraqola Cendirmeya ya Canîkê jî yek ji wan qaraqolan e. Leşkeran kevirên Dêrê yên birî û şehkirî ji cih rakirin birin û di avakirina dîwarê qaraqolê de bikar anîn. Çengek Dêrê wê demê xira bû. Bavê min ji me re digot, leşker hatin û ev dîwar xirakirin û kevir ji cihê wan rakirin û birin." Kizilkale, da zanîn ku heta îro tu rayedarên dewletê ji bo Dêrê nehatiyê gund, tu xebat ne meşandb Kizilkale, destnîşan kir ku dêr ji aliyê gundiyan ve wek kadînê tê bikaranîn.
Dêra bêxwedî, bênav û dîrokî, ji ber ku heta niha nehatiye qeydkirin, li heviya rayedarên bi eleqê ye û li benda parastin û restorekirinê ye.
Midûrê Turîzm û Çandê ya Bajar a Wanê jî diyar kir ku agahiya wan bi şûnwarekî wisa tune ye. Midûriyetê da zanîn ku bi gumanek mezin ev berhem ji serdema navîn maye û cinehî biçûk yê îbadetê ye. Midûriyetê da zanîn ku li Wan û navçeyên wanê nêzî 300 cihê wisa dîrokî hene û cihê nehatine destpîtkirina van berheman jî di nava hewldanan dene.
NAZAN SALA - DÎHA /WAN