
Dêra Ermenî ya Surp Garmrag Nişan, destpêkê kumbeta wê û dûrê jî stûnên wê rûxiyan. Şaredariya DBP’ê hewl da restore bike, lê piştî qeyûm hat tayînkirin, ev hewldan bê encam ma.
Dêra Ermenî ya Surp Garmrag Nîşan a Kurubulak a taxa Hersan a Bedlîsê, her xwediyê heman çarenûsê ye; xwediyê milk û erd guherî, lê ev çarenûsa hanê neguherî. Sala 1921’ê erdê dêr li serê, dan fabrîkayeke yekdestdariya dewleta Tirk a bi navê Tekelê. Dêra ku heta sala 1990’î bi kumbetiya xwe saxlem bû, ji ber ku kes xwedî lê derneket, stûnên wê yên hûndir rûxiyan. Berî 6 salan jî kolonên dêrê yên 4 metreyan bilind ên li ser awayên lakêşe û nexş heyîn rûxiyan. Hevşaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bedlîsê Huseyîn Olan ji bo restorekirina dêrê xebat dan destpêkirin, lê ji ber qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin û Huseyîn Olan jî hat girtin, ev xebat di nivî de ma.
Hewldana şaredariya DBP’ê bê encam ma
Olan, xwest lez bidin projeya amadekariyên restorekirina dêrê. Ji bo vê yekê Huseyîn Olan çû serdana Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê û bi Serpîskopos Aram Ateşyan re hevdîtin pêk anî. Piştî qeyûm hat tayînkirin û Olan hat girtin, hewldanên restorekirina dêrê bê encam man. Olan, ji bo dêrê veguherîne muzeya bajêr xebitî û gotibû li ser daxwazên heyî dê dêrê ji îbadetxaneyê re vekin. Derdora wê mîna geraja şaredariyê tê bikaranîn û makîneyên kar ên şaredariyê li derdora dêrê tên park kirin. Her ku diçe dîwarên dêrê diderizin û kêm maye birûxe. Dêra li ber nemanê, ji çarenûsa xwe re hatiye hiştin, a ku wê ber bi nemanê ve wê dibe.
BEDLÎS