‘Hişmendiya yekperest dêr hilweşand’
Welatiyê bi navê Alî Haydar Gulmez jî anî ziman ku dêra dîrokî ku warekî bîr û baweriyê û pîroz bû ji aliyê hişmendiya yekparêz û serdest ve hate hilweşandin. Gulmez, destnîşan kir ku di felsefeya bareriya wan de hemû ol pîroz in û xizmetê ji mirovahiyê re dikin. Gulmez, derbirî ku warê îbadetxaneya ermeniyan divê neyê rûxandin û xwest tu kes li hemberî rûxandin û wêrankirina vê şûnwarê de bêdeng nemînin. Gulmez, bilêv kir ku li Mazgirtê bi sedan salan ermenî, Kurd û elewî û sûnî di nava hevde bi biratî, dostanî û aştiyê jiyan. Gulmez, bibîrxist ku hişmediya ku hemû reng, ziman û baweriyan înkar dike her tim di nava hewldana talankirin û wêrakirinê de ye.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajar jî der barê dêrê de diyar kir ku ji bo restorasyona wê pere tune. Balkêş e li gel ku di nava nexyenên çandê de cih digire jî heta niha nehatiye parastin.
DÊRSIM