Li Taxa Germûş a navçeya Hîlaliye ya Rihayê Dêra Germûşê ya Ermeniyan, hindik maye hilweşe. Dêra Germûşê di sedsala 19’an de hatiye çêkirin.
Ev dêra hanê, qaşo dewleta Tirk ew xistibû ber projeyeke restorekirinê, lê heta niha tenê stûnên ji bo ronahiyê li derdora dêrê hatine çikandin.
Zirara herî mezin jî defînegeran daye dêrê; ber dîwarên wê qulqulî kirine. Keyayê Taxa Germûşê Halîl Yildiz, diyar dike ku ji ber tehsîlat nîne, projeya Qeymeqamtiya dewleta Tirk xebero pêk nayê.
Proje jî ne ya îro ye, beriya 8 salan (2011) proje hatiye çêkirin, dêr lê hatiye zêdekirin, lê hîna tiştek nehatiye kirin.
Casim Acar jî welatiyek e ku mala wî nêzî dêrê ye. ew dibêje, berê 900 mal li taxa wan hebûn lê belê ji ber bêxwedîtiyê niha çar pêc mal tenê mane: “Ji bo parastina dêrê notirvanek heye, lê tenê navê wî notirvan e. Çend saetan li van deran digere û paşê diçe mala xwe. Min bixwe çend defîneger di nav dêrê de zevt kirine. Heger îsal jî destwerdanek çênebe wê dêr bi xwe hilweşe. Hîm mîmê wê nemaye. her derê wê qulqulî kirine.”
MA/RIHA