Di sala 1915’yan de dema ku ji bo ermeniyan “Qanûna Mişextkirin” derket ermenî ji welat koç kirin û çûn Ewropa û Rojavayê welat. Di wê demê de Surp Gîragos bi munasebeta Şerê Cîhanê yê yekemîn weke bargeha almanan hate bikaranîn û piştrejî Sumerbank dêr ê weke barxaneya pembûyê bikaranî.

Ji şaredariyê alîkarî

Wekfa Ermeniyan a Surp Sarkîs Gîragos ya Amedê sala 2008’an de li Amedê ser dêrê lêkolîn pêk anî û starta restorasyonê da. Wekfa Ermeniyan ji bo restorasyonê dikaribe pêk bîne serî li Wezareta Tûrîzm û Çandê da. Lê Wezaret bersiva “Ger ku dêr bibe buze em dê restore bikin” da. Li ser vê yekê Wekfê li Ewropa û Emerîkayê ji bo aborîyê şev lidar xist lê dîsa ji bo restorasyonê pere têr nekir. Piştre Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji Wekfê re 1 mîlyon TL alîkarî da û restorasyon destpê kir. Di serî de avahîya navenda dêrê, dêr a biçûk a nav baxçê, mala keşe, mutfex û dibistanê de restorasyon li gor xwerû ya xwe hate xelas kirin. Piştî ku dêr bikeve meriyetê naqos dêrê ya ku di sala 1915’an de hatibû xerakirin ji nû ve dê were çêkirin. Li Dêra Surp Giragosê bi tevlibûna Serokê Giştî ya Patrîkxaneya Ermeniyan a Tirkiyeyê, Pîskopos Aram Ateşyanê dê di 22’ê Cotmehê saet 15.30’an de bi şahiyekê bê vekirin. Dê ji çar aliyê cihanê Ermenî bên beşdarî ayinên li Dêrê bibin.

DÎHA/AMED