Fermandariya Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, bîlançoya şerê hefteya dawî ya pêngavê eşkere kir. Fermandariyê li ser rewşa dawî ya li herêmên Reqa û Dêra Zorê agahî da.

Daxuyanî li biryargeha giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li bajarê Hesekê ji aliyê Berdevka Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hat dayîn. Di dema civîna çapemeniyê de Fermandarê Xezeba Firatê Dijwar Xebat, Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê û Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewle amade bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êdî qutkirina hemû rêyên Reqqayê nêzîk bûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke ku tê zanîn, bi komên xwe yên cuda em pêngava rizgarkirina gundên Reqqa  û Dêra Zorê didomînin û soza me dayî gelê xwe, em pêk tînin. Hêzên me derbên tinekirinê li terorîstan dixin, ku wan li Sûriyeyê tine bikin. Bi vê munasebetê em hemû şehîdên xwe yên nemir û bi taybet Şehîdên gava duyemîn a Qonaxa Sêyemîn ya Pêngava Xezeba Firatê û di serî de Şehîd Xalid El-Ensarî, bi rêzdarî bi bîr tînin.” QSD´Fermandariyê malavahiya gelê herêmê û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî Terorê kir ku ya dawiyê alîkariya ezmanî û şêwirî dide QSD´ê.

Devereke fireh hat rizgarkirin

Fermandariyê da zanîn ku di mohlet kêmî hefteyekê de herêmeke berfireh ji gundewarên Reqa û Dêra Zorê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û wiha dewam kir: “Hêzên me bi dehan gund û gundik ji bermahiyên çeteyan paqij kirin. Her wiha miqdareke mezin ji çek, cebilxane û alavên leşkerî desteser kirin. Hêzên me alîkarî dan welatiyên ji gundên xwe derketî û ew li cihên bi ewle bi cih kirin. Tevî kêmaniya derfetan jî şervanên me li gorî îmkanan, alîkariya jiyanî da gundiyan û nehişt gelê me yê sivîl ziyanê bibîne.”

Mizgînî li xelkê Reqa û Dêra Zorê

Fermandariyê da zanîn ku ev pêngav wê heta ku hemû Wê pêngava me heta rêyên diçin Reqa qut bibin û bajar ji Dêra Zorê bi temamî were qutkirin bidome û bîlançoya hefteyekê eşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê, Herêmek bi qasî hezar 762 km2 ji gundên Reqa û Dêra Zorê ji çeteyan hat rizgarkirin.18 gund û 34 gundik li Reqa û 46 gund û 177 gundik ji Dêra Zorê hatine rizgarkirin û ji bermahiyên çeteyan hatin paqijkirin. 


HESEKÊ