Gerîlayên HPG û YJA Starê li Çelê û Lêlikanê çalakî kirin. Di çalakiyan de 2 kozik û 2 çekên giran ên A4 hatin îmhakirin, herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

”24’ê Gulanê, li geliyê Deştanê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek kirin. Di çalakiyê de 2 kozik û 2 çekên giran ên A4 ên dijmin hatin îmhakirin, bi qasî ku hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin. Yekîneya me ya ku çalakî pêk anî bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriya.

24’ê Gulanê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlikanê çalakiyek kirin. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.

24’ê Gulanê saet di 19:30’î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, bombe li qada Çemço ya herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.”

ANF/BEHDÎNAN