Em wek QSD di tinekirina terorê li rojhilatê çemê Firatê de bi israr in, em bi berpirsyariyên xwe yên mirovî jî radibin. Di vê çarçoveyê de, hêzên me korîdoreke mirovî nêzî bajarokê El-Bhera vekir da ku sivîlan rizgar bikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê, bi navê ʺŞerê Tunekirina Terorêʺ li rojhilatê çemê Firatê ragihand.
QSD bi daxuyaniyekê qonaxa dawîn a Hemleya Bagera Cizîrê ragihand. Gelek fermandarên QSD’ê, rûspiyên herêmê û bi dehan dezgehên çapemeniyê li Hesekê di daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn.
Bi Bagera Cizîrê tacîdar dibe
Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah ve hate xwendin. Daxuyaniya QSD`ê wiha ye: “Şerê tinekirina terorê bi Bagera Cizîrê tacîdar dibe. Ev bû salek, hêzên me destpêkirina hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêra Zor û Hesekê ragihandiye. Di hemleyê de, bi sedan gund, bi hezaran sivîl ji pencên rêxistina DAIŞ`ê ya teror û rûpareke mezin ji axa her du parêzgehan hatin rizgarkirin. Ev yek jî bi alîkarî û koordîneya di navbera hêzên me û Koalîsyona Navneteweyî de di aliyê ezmanî û topavêjan de pêk hat. Tenê herêma Hecîn û bejahiya wê di bin kontrola rêxistina terorê de maye.
Ji pêr ve dest pê kiriye
Her wiha, QSD di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan pêr ango roja Duşemê di saetên şevê de, hemleya ʺŞerê Tinekirina Terorêʺ fiilî dest pê kiriye û bi vî rengî dewam kir, “Di vê qonaxê de, wê gund û bajarokên Hecîn, El-Sosa, El-Şefa û gund û mezrayên wê werin rizgarkirin. Ev herêma ku were rizgarkirin, rûbera wê di navbera 35 km dirêjî û 10 km, firehî de ye û wê encamên qonaxên me yên Bagera Cizîrê tacîdar bibe.”
Koalîsyona Navneteweyî jî destekê dide
Hêzên Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniya xwe de got, di tinekirina terorê li rojhilatê çemê Firatê ew bi israr in û wiha pê de çû: “Di vê qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê de, wê tûgayên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê, yekîneyên Hêzên Parastina Sînor, focên taybet ên YPG-YPJ´ê, balafirên Koalîsyona Navneteweyî li ser asta şopandin û hedefgirtina nuqteyan dê beşdar bibin. Her wiha dê topavêjên Koalîsyona Navneteweyî bi koordîneya bi artêşa Iraqê re bi rêya hedefgirtina nuqteyên sabit ên terorê, destekê bidin hêzên me.
Em wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di tinekirina terorê li rojhilatê çemê Firatê de bi israr in, lê em bi berpirsyariyên xwe yên mirovî radibin. Di vê çarçoveyê de, hêzên me korîdoreke mirovî nêzî bajarokê El-Bhera vekir da ku sivîlan rizgar bikin. Her wiha tîmên me yên taybet kampeke lezgîn ji bo pêşkêşkirina xizmetên lojistîk û tenduristî ji koçberan re amade kir. Di heman demê de, hêzên me der barê agahiyên li ser kesên ku hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar de, dê pozîtîf nêz bibin û dê bi erka xwe ji bo diyarkirina çarenûsa kesên hatine revandin rabe.
Şehîd namirin, bimire teror û alîkarên wan.ʺ
HESEKÊ
Derman yekgirtina Kurdan e
Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser sêdarkirina rejîma Îranê ya her sê ciwanên Kurd û êrişên li ser baregehên HDK û HDKA daxuyanî da û got :”Divê partiyên Kurdan wan êriş û gefên li Kurdan bikin derfetek û ji bo yekgirtina Kurdan bixebitin.”
Hevserokatiya KODAR doh daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal kişand ser yekgirtina Kurdan li hemberî êrişên rejîma Îranê.
KODAR’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Îranê bi lez ber bi sîstema faşîst ve diçe û got, “Mînakên vê nêzikatiyê jî êrişa dijî baregehên HDK û HKDA, darvekirina her sê ciwanên Kurd, êrişkirina ser gerîlayên YRK’ê di rojên bihurî de ye. Carek din em hişyarî didin ku vê siyasete zêdetir ji hemû deme metirsiya faşîstbûna Îranê aniye holê.
Diyar e hinek ji navendên girêdayî Wezareta Îtlaatê hewl didin Îranê bikin faşist. Ji ber gihaye wê encama dîrokê ku ev rewşe dikare bibe sedema yekgirtina gelên Îranê li dijî rejîmê. Serhildanên gelên Îranê yên destpêka îsal de wêneyê herî mezin ê ruhiyeta hevbeş a gelên Îranê bû.”
Hewl bidin van gefan bikin derfetek
Her wiha KODAR îşaret bi yekgirtina Kurdan kir û got, “Êrişên demên dawî yên Komara Îslamî û rasthatina li gel rûniştina sê alî ya Tahranê nîşan dide ku dixwazin êrişek hemû aliyane li dijî destketiyên demokratik ên gelê Kurd li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê bikin. Di vê çarçoveyê de erka kesayet û hizbên Kurdistanê ew e ku li gorî guhertinên tevgera dijmin, careke din zerûriyeta hebûna xwe danin holê. Divê sînorên hatîn çêkirin ji qada siyasî rakin û hewl bidin van gefan bikin derfetek û ji bo yekgirtina Kurdan bixebitin.”
Di dawiyê de KODAR’ê sersaxî ji bo gelê Kurd, malbata Zanyar Muradî, Luqman Muradî, Ramîn Hisên Pehanî, pêşmergeyên şehîd ên HDK û PDK-Î xwest. KODAR’ê ji bo birîndaran jî hêviya şifaya lezgîn kir û bang li hemû aliyên Kurdistanî kir ku ji hemû demê zêdetir yek bigirin.
QENDÎL