
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku hêzên YPG/YPJ'ê pêr bi şev li hemberî komên çete yên li qada Qereqozax a 30 km li başûrrojavayê Kobanê êrîşek pêk anîn. Encama şerê dijwar de gundê Ceadê yê li nêzî pira Qereqozaxê û hin girên stratejîk ên li herêmê ji çeteyan hatin paqijkirin. Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di şer de li vê derê 26 çete hatin kuştin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li başûrê Kobanê, çeteyan hewl da bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî gundê Qil Haydê û rêbenda Dîcle êrîşekê pêk bînin, belê wesayîta bombebarkirî di nava çeteyan de hatiye teqandin. Li gorî daxuyaniyê, li vê qadê jî herî kêm 10 çete hatine kuştin.
Li Tilhemîsê gundekî din hat rizgarkirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha da xuyakirin ku hêzên wan pêr bi şev li hemberî gundekî li dora Til Hemîsê yê ji aliyê çeteyan ve weke baregehekê dihat bikaranîn, operasyonek li dar xistine û got, "Piştî şerê dijwar, hêzên me gund xistin bin kontrola xwe. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê 5 endamên çeteyan hatine kuştin, 4 çete birîndar bûne. Hêzên me li vir dest danîne ser 2 çekên BKC, wesayîteke leşkerî û motorsîkletekê."
Hat ragihandin ku li nêzî gundê Xizêla yê li heman herêmê jî wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye tesbîtkirin.
Ji hêzên hevbeş çalakî
Hêzên hevbeş ên li Til Temir li bejahiya gundên Til Temirê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de 18 çete hatin kuştin.
Şerê ku di 23’ê Sibatê de bi êrîşa çeteyan a li ser gundên Asûriyan dest pê kiribû, dewam dike. Hêzên hevbeş ku ji YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Zêrevanên Xabûr, Sutoro û Asayîşê pêk tên, şevê din li dijî noqeteyên çeteyan ên li gundê Til Nesrî ku 2 kîlometre dikeve rojavayê Til Temir çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de 11 çete hatin kuştin.
Li gundê Til Goran ê ku 7 kîlometre li başûrê Til Temir e û dikeve ser riya Hesekê, hêzên hevbeş çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin. Li gundê Til Hirmiz ê li ser riya Til Temir û Hesekê jî çeteyek hate kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Serketî bi dawî bû
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê pêngava rizgarkirina herêma Til Hemîs û Til Birakê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Fermandariyê diyar kir ku operasyona wan a di 21'ê Sibatê de bi armanca rizgarkirina bajarokên Til Hemis/Til Berak û hawirdora wan bi tevlîbûna pekhateyên Kurd, Ereb, Sûryanî, Asûrî, rexistinên dost û hêzên Asayîşê û xebatekî bi koordîne bi koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê re hatibû destpêkirin, wekî hatiye plankirin serketî encam bûye.
´Kantona Cizîrê ewle bû´
Fermanariyê diyar kir ku bi vê pêngavê re hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine şikandin, gefa li ser herêmê hatiye hatiye rakirin û çeteyan derbên giran xwarine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kantona Cizîrê bi xêra lehengiya şehîdan û berxwedana mezin a hevalên me bû herêmeke bi ewle û aramiya herême bi pêngava me re hê bêtir xurt bibe" û aht destnîşankirin ku di vê pêngavê de gelê Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî mil bi mil li dijî terora DAIŞ'ê têkoşiyan.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku tovên fitneyê yên hêzên tarî xwestin bixin nava gelên herême bi nêzîkatiyên hişyar ên gelên herêmê û bi berxwedana YPG'ê hatine pûçkirin."
Jiyana hevpar û wekhev
Fermandariyê da zanîn ku bi vê pêngavê re careke din xuya bûye ku YPG bi Kurd, Ereb, Xiristiyan û Asûriyan ve hêza parastinê ya hemû herêmê ye û hat gotin, "Di serî de birayên me yên Ereb, gelên li herêmê piştgiriyeke aktîf dan pêngava me û nîşan dan ku heta dawî piştgiriya keç û xortên YPG/YPJ'ê dikin. Ev piştgiriya wan a aktîf di heman demê de nîşaneya xwedîderketina li projeya jiyana hevbeş e.
Şehîdên me yên ku di serketina vê pêngavê de pêşengî kirin, di heman demê de mozaîka gelan a ku di nava YPG'ê de têkoşîna hevpar dimeşinîn nîşan dide. Bagok Serhed ê Awûstûralyayî (Ashley Kent Johnston), Kemal ê Îngilîz, bi eslê xwe Yewnan (Konstandînos Erîc Scurfield), fermandarê me yê Ereb Baran Amara (Udey El Ubeyd) ku hemû malbata wî ji aliyê DAIŞ'ê hatiye qirkirin û ev demeke dirêj e di nav refên YPG şer dike; dîsa fermandarê hêzên Asûrî Dawîd Cindo Anter û hevala me ya MLKP'ê ku bi eslê xwe Afrîkî û hemwelatiya Elman Avaşîn Têkoşîn Guneş (Ivanna Hoffman), li hember êrîşên çeteyan ên bi armanca pûçkirina pengava me li Til Temirê pêşengiya berxwedane kirin; weke fermandarên pêşeng ên gelên me di têkoşîna me de wê her tim bijîn."
Şoreşa Demokratîk a Sûriyê
YPG´ê ev serketin li gelên herêmê û li hemû hêzên dijî DAIŞ'ê pîroz kir û got, "Em di wê baweriyê de ne ku wê ev rêya ku YPG tê de dimeşe bibe rêya ronahiya Şoreşa Demokratîk a Sûriyê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyona ji 21'ê Sibatê heta 9'ê Adarê de, qadeke ji 2.940 km kare ku tê de 390 gund û bi sedan gundik hene, hatine rizgarkirin, bi giştî 245 çete hatin kuştin, termên 134 çeteyan ketin destê hêzên YPG/YPJ'ê û 5 çete jî bi saxî hatin zevtkirin.
Fermandariyê da zanîn ku di navê de tangek û sê panzer jî gelek cebilxane jî hatiye desteserkirin.