Îro elaqedarî çeteyên Tirk ên li Idlibê du nûçeyên ji Rûsyayê îşaret bi êrişeke muhtemel a li dijî van çetayan li Idlibê kir. Ajansên Nûçeyan ên Rûs pêşî fikara Fermandariya giştî ya Rûs derbarê êrişên çeteyan li dijî baregehên Rûs belav kir. Li gorî serokê odeya sereke ya operasyonên eskerî Sergey Rudskoy digot, 84 êrişên bi balefirên bê mirov li dijî baregehên Rûs pêk hatine, û ev hemû jî ji herêmên rawestandina şer ve hatine birêvebirin ku li ser wan rûsya, Tirkiye û Îranê li astanayê li hev kiribû.

Hema piştî vê nûçeyê jî Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov daxuyaniyek derbarê çeteyên li Idlibê de da û got, êdî divê derba kuştinê li milîtanên li Idlibê bê xistin.

Lavrov ji bo civîna bilind a Yekîtiya Neteweyan a Başûrrojhilatê Asyayê (ASEAN) çûbû Sîngapûrê. Lavrov ev gotinên xwe dema behsa vegera penaberan a li Sûriyê dikir, bi lêv kirin: “Xebatên li Sûriyê niha ghelekî zêde ne, û gelek tişt mane ku divê bên kirin. Paralelî vê pêvajoyê divê derba kuştinê li wan milîtanên hîna li Idlibê ne, bê xistin”.

MOSKOV/SÎNGAPÛR