Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku mumkin e Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li ser derxistina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê li hev kiribin.  Muslim li ser rewşa muhtemel a piştî rizgarkirina Reqayê wiha rave kir: “Derxistina DAIŞ‘ê ji Reqayê ji du aliyan ve girîng e. Ya yekemîn; ji bo herêma me yanî ji bo ewlehiya gelên me yên li Rojava girîng e. Dijminê me wê ji me bê dûrxistin. Ji aliyê ewlekariyê ve wê dilê gelan rehet be. Şer wê ji sînorê me bi dûr keve. Girîngiya duyemîn jî wê ji bo gelê Reqayê bi xwe be. Gelê Reqayê wê ji van barbaran rizgar bibe û jiyana xwe bi xwe birêxistin bike. Sîstema me ya federal a demokratîk wê li warekî berfirehtir belav bibe. Eger gelê Reqayê bixwaze wê tevlî vê sîstemê bibe. Em dibînin ku gelê li Reqayê û li bajarok û gundên derdora wê, ev sîstema federal pejirandiye û tevlî dibe.”

Muslim bi bîr xist ku ji sedî 75 ê şervanên li eniya şer ji gelê Reqayê û xelkê hawîrdora wê ye û wiha bersiv da pirsa gelo ev ê bibe dawiya DAIŞ´ê: “Na, wê DAIŞ neqede. Lê belê rêbaza têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê biguhere. Wê derba mirinê lê ketibe û bikeve nava rewşeke cuda. Niha li bajaran bi rengekî bicihbûyî û komî dimînin. Piştî Reqayê wê ji hev belav bibin û hê bêhtir li bejahiyê, bi komên biçûk bimînin. Ev têkoşîn dibe ku 2-3 salan bidome.” 

Têkoşîna li dijî DAIŞ´ê wê dewam bike

Muslim îşaret pê kir ku paşê, tehlûke wê bimîne, lewma rêxistinên din ên bi zêhniyeta DAIŞ´ê hene, tevî ku rizgarkirina Reqayê girîng e jî ew ê nebe dawiya DAIŞ´ê, lê rê li ber têkoşîna bi formateke cuda veke.

Li gorî Salih Muslim pirsgirêka Sûriyeyê jî wê dewam bike, lewma komîn li Idlibê xurt dikarin erdên Tirkiyeyê jî di navê de li herêmeke fireh azad tevbigerin û ev herêm jî ji ber çiyayî, ew baş lê bi cih bûne.

 Serbixwe û xwe dispêre hêza xwe 

Muslim ji bo têkiliyên wan ên bi hêzên ji derveyî Sûriyeyê re di peywenda hemleya rizgarkirina Reqayê de got, “Em ne hêzeke welê ne ku ji aliyê hêzên cuda ve hatiye avakirin. Em serbixwe ne û xwe dispêrin hêza xwe. Çawa ku DYE, Rûsya ji bo berjewendiyên xwe hatibin Rojhilata Navîn, weke gelê Kurd berjewendî û hedefên me jî hene. Têkiliya me ya bi van hêzan re di çarçoveya têkoşîna dijî terora DAIŞ’ê de ye. DAIŞ dijminê me ye jî, dijminê wan e jî. Têkiliyên me li ser vê bingehê afirîn û dewam dikin. Sozên ku me dane hev bi cih hatine anîn, ti pirsgirêkê rû nedaye. Lê em dixwazin van têkiliyên xwe siyasî bikin û bi pêş ve bibin.”

 Em xizmetkarê ti kesî nînin…

Muslim bi ihtîmam îşaret bi wê yekê kir ku re li herêmê hêza herî bi bandor in li dijî terorê, projeya wan a Sûriyeya Federal a Demokratîk heye û wiha behsa têkiliyên bi hêzên ji derveyî Kurdistan û Sûriyeyê re kir: “DYE û hêzên din xwedî armancên herêmî yên berfireh in. Mesele ne tenê Sûriye yan jî Kurdistan e. Dibe ku di dema pêş de bikevin nava dudiliya Tirkiye yan jî NATO. Ji ber ku NATO ji bo wan girîng e. Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re dibe ku têkiliya bi me re bibirrin. Haya me ji vê jî heye. Lê ji niha ve em nizanin bê wê çi bikin. Lê em dixwazin têkiliyên xwe li ser berjewendiyên hev bidomînin. Lê em xizmetkarê kesî nînin, em nabin xizmetkarê kesî. Em li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û em ê her tim bi vî rengî tevbigerin. Em dixwazin têkiliyên xwe bi vî rengî bidomînin.

Rejîm û Rûs, Em û DYE

Mijareke din a girîng Minbic û hawîrdora wê ye, ka gelo li wir çi diqewime? Salih Muslim wiha bersiv da: “Belê, di navbera Rûsya û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de peymanek hat çêkirin. Muxatebê vê peymanê, yekser rejîm nîne. Mûxateb Rûsya ye. Di encama vê peymana bi Rûsyayê re, leşkerên rejîmê li 6 gundan hatin bicihkirin. Li wê derê rejîm û Rûsya bi hev re tevdigerin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û leşkerên DYE jî bi hev re tevdigerin. Li wê derê têkilî di navbera DYE û Rûsyayê de heye. Kes dest nade kesî.”

 ‘Dibe ku DYE û Rûsya li dijî hebûna Tirkiyê ya li Sûriyê rabin’

Li ser pirsa sedemê jî Muslim wiha li ANF vegerand: “Bi dîtina min, li ser mijara hebûna Tirkiyeyê ya li wê derê, dibe ku DYE û Rûsyayê li hev kiribin. Dibe ku di dema pêş de Rûsya û DYE ji Tirkiyeyê re bibêjin ‘Ji Sûriyeyê derkeve, destê xwe ji vir bikişîne’. Bi dîtina min, her du hêz dibe ku li ber hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê rabin.”

Hevserokê PYD´ê Salih Muslim bi bîr xist ku buriya wan a li Moskovê dixebite, helwêsta Rûsyayê ya beramberî wan neguheriye û ozên wan dayî hev jî bicih hatine anîn. Muslim wekî din got, Rûsya bi sîstema federal a ku ew pêşniyaz dikin jî dizane û Rûsya li dijî wan nîne.

Muslim da zanîn ku Rûsyayê di navbera wan û rejîmê de navbeynkarî kiriye û bi îhtîmam got, meselaya wan ne man û nemana rejîmê ye, lêî belê demokrasî ye û wiha peyivî: “Eger demokratîkbûn pêk were û sîstema federal bi cih were anîn, ji xwe hingî ev rejîm namîne.” 

Jiyan bi rejîmê re ne mumkin e

Muslim da zanîn ku ev civîn bê encam mane ji ber ku “Rejîma heyî hê negihîştiye zîhniyeteke ku me qebûl bike. Zîhniyeta xwe ya berê ye, hê xwe neguhertiye. Zîhniyeta wan hê mîna ya Tirkiye û Îranê ye. Hebûna Kurdan qebûl nakin. Nepêkan e ku em bi vê rejîmê re, bi vê zîhniyetê re bijîn.”

 Tehlûkeya herî mezin Tirkiye ye

Salih Muslim da zanîn ku hêzên Rûs di çarçoveya têkoşîna li dijî terorî hatine Efrînê, lewma di warê cografî de Efrîn nêzîkî deriyê sînor ê Cilwegoz e ku El-Nusra jî di navê de gelek komên çete lê dihewin. Li ser mijarê Muslim ev agahî parvekirin: “Ev kom êrîşî me jî dikin. Em jî dixwazin ev der ji van koman paqij bibe. Di çarçoveya vê peymanê de Rûsya hatiye vê derê.” 

Li ser pirsa ka tehlûkeya herî mezin ji bo wan çi ye, hevserokê PYD´ê Salih Muslim got, “Ji bo me xetera herî mezin Tirkiye ye. Hikûmeta Tirk gav bi gav bi tenê dibe û her ku bi tenê dibe, hê bêhtir êrîşkar dibe. Me weke dijmin dibîne.”  


 ANF / NAVENDA NÛÇEYAN