Piştî şervanên YPG/YPJ’ê ber bi GirêSpî ve çûn û gelek nokte ji çeteyan rizgar kirin yek ji van nokteyan jî taxa Yeşîltepe ya navçeya Akçakaleyê bû ev yêk bi gotinên nîştecihên tax û çavkaniyê herêmê derket holê.
Baregeha derbasbûna DAIŞ’ê: Yeşîltepe
Piştî şervanên YPG û YPJ’ê yên di çarçoveya “Hameleya Rûbar Qamîşlo” de li hemberî rojavayê Serêkaniyê operasyonên azadkirinê dan destpêkirin gelek welatiyên wê herêmê ji bo nebin mertalên çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan taxa Yeşîltepe ya Akçakaleyê. Yeşîltepe ji navenda Rihayê 51, ji navçeya Serêkaniyê 60 û ji Akçakaleyê jî 47 kîlometre dûr e. Yeşîltepe ji sînorê Rojava re jî tenê 200 metre dûr e. Li aliyê din ê sînor jî gundên Ummasaharîç û Quzeyîl hene. Di navbera eraziyên Midûriyeta Giştî ya Şixulandina Çandîniyê (TÎGEM) a ji welatiyên sîvîl re qedexe û Yeşîltepe de jî tenê taxên Marastîn, Narliova û Kiliçli hene.
‘Her şev 300 çete derbasbûn’
Welatiyê ji Yeşîltepe yê ku ji ber ewlehiyê nexwest nav û dîmenên wî bên girtin wiha got: “Hema hema her şev nêzî 200-300 çeteyên DAIŞ‘ê bi wesayîtan di nava gund de bi rihetî derbasî aliyê din dihatin kirin.” Heman welatî pirsa me ya di rojên dawî de derbasbûna çeteyan berdewam dike jî wiha bersivand: “Heke hûn berê xwe bidin zeviyên me yên li ber sînor hûnê fêm bikin.” Welatî got ji ber derbasbûna wesayîtan û mirovan hemû çandî perîşan in. Welatî anî ziman ku hemû kes dixwazin li vir derbas bibin û wiha axivî: “Weke tiştekî gelek bi rêz û asayî ye konvoyên wesayîtan di nava gund de derbas dibin û diçin sînor. Hemû welatiyên gund vê yêkê bi çavê xwe dimînin. Lê hemû kes ditirsê û naxive.”
‘Ji DAIŞ’ê re serbest e ji sivîlan re qedexe ye’
Welatiyekî din hatina welatiyê sivîl ên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê û ji mertalbûnê direvin a sînor jî wiha vegot: “Leşkerên bi mehan derbasbûna çeteyên DAIŞ‘ê nedîtin xizmên me yên naxwazin bibin mertal dixwazin sînor derbas bibin asteng dikin.Xizmên me bi rojan birçî û tî li aliyê din ê sînor hatin sekinandin. Welatiyên ji vî alî ve nan û ax ji bo xizmên xwe yên aliyê din birin jî ji aliyê leşkeran ve bi dijwar rastî lêdahê hatin. Welatiyên dixwastin bi dizikî sînor derbas bibin jî rastî gulebaranê hatin û yên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn çêbûn. Li nexweşxaneyan rapor nedan tu kesî. Ji wan re gotin, ‘birîna guleyê nîn e ya perçeyê şarapnelê ye.’ Li vir dramekî mirovahiyê tê jiyîn.” Taxa Yeşîltepe di 3’yê gulana 2014’an de dema 3 jinên bi eslê xwe ji Misirê 6 çeteyên DAIŞ‘ê xwestin sînor derbas bibin ji aliyê leşkeran ve hatin girtin û li edliyeyê serbest hatin berdan hatibû rojevê.