
FARUK SAKIK
Hebûna Kurdan di her demî de ji bo dewletên dagirdiker her bûye derd û kul. Lewma van dagirkeran hişmendiya xwe li hember Kurdan her bi heman rengî diyar kiriye ku hinan gotiye Kurd Tirk in, hinan gotiye na Faris in hinan jî gotiye bi ehd û îman ew Ereb in. Li dij vê hişmendiya nerast Kurdan jî di her wextî de li ber xwe da ye ku di roja meya îro de bûne xwedî hêz û bi têkoşîna xwe hebûna xwe bi dagirkeran dane pejirandin. Bêguman ev yek ne bi hesanî çêbûye. Di vê berxwedana li hember dijminan Kurdan gelek bedel dane û hîn didin. Kurdên Bakurê Kurdistanê jî di vê bedeldayînê de gelek kes nexasim jî kesên pêşeng windakirine. Ev nivîsa derbarê pêvajoya sîyaseta Kurd a di salên 90’î de li Bakur qewimiyê, li pêşberî we ye.
Çûyîna meclîsê
5 Parlementerê SHP’ê Kenan Sonmez, Îsmaîl Hakki Onal, Ahmet Turk, Mehmet Alî Eren, Adnan Ekmen, Mahmut Alinak û Salîh Sumer, di Cotmeha 1989’an de li Parîsê tevlî Konferansa Kurdan bûn. Dema vegeriyan Tirkiyeyê partiya wan helwestek tûnd nîşan da û derbarê wan de lêpirsîn da destpêkirin. Di 16’ê Mijdara sala 1989’an de ev 5 kes ji partiyê hatin îxrackirin.
Ji ber vê yekê 10 Parlementerên SHP’ê yên din jî û piştî demekî rêxistina Amedê ya SHP’ê bi giştî ji partiyê îstîfa kirin.
Van siyasedmedarên Kurdan ku tevî 10 wekîlên ji SHP’ê îstîfa kirin di 7’ê Hezîrana 1990’an de partiyek nû bi navê HEP avakirin. Di destpêkê de serokê giştî yê partiyê Fehmî Işiklar bû.
Di heman pêvajoyê de êrîşên li hemberî siyasednedarên Kurdan dest pê kirin.
Serokê HEPê yê Amedê Vedat Aydin 5’ê Tîrmehê ji mal ji aliyê JÎTEM’ê ve hat revandin. Du roj şûnde cesedê wî yê bi eşkencekirî, li Madenê hat dîtin.
10’ê Tîrmehê Kurdan bi tevlîbûnek girseyî ya bi sedhezaran bersiv dan vê kuştinê.
Tevlîbûna merasima cenazeyê Vedat Aydin, plana dewletê serûbin kiribû. Di merasimê de êrîşî gel kirin û gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Di vê demê de xwestin ku HEP’ê tasviye bikin. Hin kes di nav partiyê de hatibûn wezîfedarkirin û ji bo tasfiyekirina vê tevgerê hewl didan.
Êrîşên li dij kehra Kurdî
HEP’ê di hilbijartina 1991’an de bi SHP’ê re hevpeymanî çêkir. Li Kurdistan kampamyayek hilbijartinan a xûrt hat meşandin û di encama hilbijartinan de bi 20 parlementer çûn meclîsê.
Kurdan biryar dabûn ku di partiyek legal de siyasetê bimeşînin. Biryar dabûn ku pirsgirêka Kurd li Enqereyê li parlementoyê çareser bikin. Ev parlementer bi vê şiyarê bibûn namzet û bi vê niyetê hatibûn hilbijartin. Lê dema roja sondxwarinê hat, wê rojê niyeta dewleta Tirk jî diyar dibû. Îşaretan dida nîşandan ku, bi hatina parlementerên Kurd qet kêfxweş nebûne.
Parlementerên Kurd ên ku di lîsta SHP’ê de ketibûn meclisê, di roja sondxwarinê de dixwestin peyamek bidin Kurdan û hemû rayagiştî. Ji bo vê yekê hin amadekariyên wan hebûn. Medyayê jî ji bo roja sondxwarinê amadekariyên xwe kiribûn.
6’ê Berfanbarê di roja sondxwarinê de, bi sondxwarina Leyla Zana parlementerên Kurd bûn hedefa êrîşên meclisê. Leyla Zana di dawiya sondê gotibû “ Min ev sond ji bo gelên Kurd û Tirk xwar “ Li hemberî vê yekê, hemû meclisê bi hev re êrîşî parlementerên HEP’ê kir.
Partî tê girtin
Dora rojê jî ev êrîş, bi çapameniyê domîn. Ji wê demê ve ev partî û ev parlementer bûn hedefa dewletê.
Dewletê zext dida ser SHP’ê ku parlementerên Kurd ji nav partiyê biqewirîne.
Di heman demê de derheqê partiyê de bi îdîaya “Armanca yekîtî û hebûna welat, gel û dewletê xera dike û li ser vê rêyê xebatan dimeşîne” doz hat vekirin. Di vê dozê de dihat xwestin ku HEP were girtin.
14’ê Tîrmeha 1993’yan bi biryara hevdengiya 11 endamên Dadgeha Destûra Bingehîn, HEP hat girtin. Di pêvajoya doza girtina partiyê de, Kurdan bi navê DEP partiyek nû di 7’ê Gulana sala 1993’an de damezirandibûn jî.
Di nav gel de bûn
Roj hat parlementerên Kurdan gihîştin baweriyek ku êdî di nav SHP de mayin bêwate ye. SHP di koalisyonê de cih girtibû û li Kurdistanê hovîtiyek mezin dihat meşandin. Wan jî nikaribû midaxleyî vê pêvajoyê bikin. Hemû hewldanên wan vala derdiketin. Biryar girtin û ji SHP veqetiyan. Derbasî partiya ku nû hatî damezirandin, DEP’ê bûn.
Dema ku ji SHPê veqetiyan ji sedemên hin leyîzkên dewletê, nikaribûn li meclisê komek avabikin. Ji bo ku kom neyê avakirin, dewletê çend hevalê wan îkna kiribûn ku îstifa nekin ku di nav SHP’ê de bimînin. Hejmara parlementerê DEPê di 18’an de ma. Ji bo kom were sazkirin pêwistî bi 2 kesan hebû. Lê bi hin bertîlan pêşî li wan 2 parlementeran girtibûn.
Kurdan bi siyaseta parlementoyê israr dikirin. Lê helwesta dewletê mîsyonek nû dida pêşiya wan. Her çiqas li pêşiya avakirina komê asteng hebûn jî wan giranî didan, xebatên nav gel. Li herêmê bûn. Li kûderê êrîşek hebûya berê xwe didan wê derê. Gelek caran jî rastî êrîşên hêzên dewletê hatin.
Êrîş, girtin, qetilkirin
Sala 1993’an, di agirbesta ku PKKê îlan kiribû de rolek mezin girtin û bi serokkomarê demê Turgut Ozal re hevdîtin pêk anîn. Van xebatên wan bala dewletê dikişand û ji bo pêşî girtina van xebatan ketin nav hewldanan.
Partiya Demorkarasî-DEP rastî heman aqubeta HEP’ê hat. Êrîşên li hember vê partiyê jî bêsekin dewam kirin.
4’ê Îlona sala 1993’an parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar dema ji bo lêkolîna “kuştinên kujêr nediyar” li Êlîhê bû û rastî êrîşek çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
Li kolanan endam û rêvebirên partiyê dihatin qetilkirin. Gelek avahî jî dihatin bombekirin. 28’ê Sibata 1994’an li Enqereyê avahiya giştî ya DEP’ê hat bombekirin di encama teqînê de kesek qetilbû û 16 kes jî birîndar bûn. Dîsa 8 avahiyên DEP’ê jî di vê pêvajoyê de hatin bombekirin.
Bi girtina partiyan, bi êrîşan, bi kuştinê, nikaribûn pêşî li têkoşînan Kurdan bigirin. Dewlet ji bo ku parlementerên Kurdan ji wê parlementoyê biqewirînê bi navê huqûqê pêvajoyek dabû destpêkirin. Dema ku ew roj bihata hemû amadekariyên wan yên ku demek dirêj bû, destpêkiribûn yek bi yek derdiketin holê.
Bi plansaziyekê êrîş
Deh roj berî destnedayîna wekîlên DEP’ê bê rakirin serfermandarê wê demê Dogan Gureş di daxuyaniyek xwe de wekîlên DEP’ê hedef nîşan didan û digot: “Pêdivî tune ye ku em li Bekayê li eşqiyayan bigerin. Mixabin ji wan hin kes niha di bin banê Meclîsê de ne.”
Serokwezîra wê demê Tansu Çîller jî di civîna koma partiya xwe ya 2’yê Adara 1994’an axivî û wiha got: “Li Meclîsê siyek heye ku PKK xwe lê star dike. Em berpirsyar in ku vê yekê ji ser meclîsê hilînin”
Piştî van daxwuyaniyan niyeta dewletê li hemberî parlementerê Kurd roj bi roj zelal dibû.
Di demek wiha de hin parlementerên DEP’ê Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Alî Yigît, Nîzamettîn Toguç, Mahmût Kiliç û Naîf Guneş derketin Ewrûpayê. Hin parlementer jî li Meclisê li benda biryara dadgehê bûn.
2’yê Adara 1994’an, biryara dadgehê li wê meclisê hat pejirandin û mafê destnedayîna 6 wekîlan hate rakirin. Li meclîsê biryara destnedayîna parlementerên DEP’ê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik û parlementerê serbixwe Mahmut Alinak hatibû rakirin.
Girtina Orhan Dogan
Dîsa 1’emîn Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê der heqê parlementerên Kurd de biryara “Demildest bigirin lêpirsînê” dabû. Li ser vê biryarê, parlementerên DEP’ê Orhan Dogan û Hatîp Dîcle dema ku ji Meclîsê derketin ji aliyê polîsên sivîl ve bi awayekî hovane hatin binçavkirin.
Orhan Dogan: “Em çûn meclisê, ji bo dengdana rakirina desnedayina me. Me parastina xwe kir, me nêrînên xwe gotin. Dema ku ez derketim, Birêz Hatîp hatibû binçavkirin. Mafek min yê ku îtirazî binçavkirinê bike tune bû. Min dikaribû ku ez dernekevim derve. Hên jî 3 dosyê min hebûn. Ji bo wan jî, min dikaribû parastina xwe bikira û derketima. Meclisê navber dabû xebatên xwe, ez bi wesayita Ahmet Turk û li gel min Leyla jî hebû em derketin. Dema ku em ji parlementoyê derketin em hatin binçavkirin. Ew dîmenên têne zanîn derketin. Helwestek ku gelan texrîk bike, di wesayitê de li ser min meşandin. Min dikaribû helwestek populer nîşan bidim, ku bigotina, aha bi zorê kaşkirin birin, min dikaribû ev yek bikira, lê siyasedmedarek maqûl ev yel nedikir. Min pir maqûl nêzikatî nîşanî wan da. Wan ji bi çemasutiyê min girtin û ez kaş kirim. Jixwe wek îzbandotek bû. Ber bi wesayitê ve birim. Piştre di wesayitê de şîddeta fizikî dest pê kir”
Girtina wekîlên din
Piştî Orhan Dogan û Hatîp Dîcle, hatin girtin parlementerên din ji meclisê derneketin. Meclîs ji aliyê polîsan ve hat dorpêçandin. Çar parlementer Sirri Sakik, Leyla Zana, Ahmet Turk û Mahmud Alinak piştî hin hevdîtinan, di 4’ê Adara 1994’an de hatin binçavkirin. Li Emniyeta Enqereyê lêpirsîna wan dest pê kir û 17’ê Adarê ew şandin Girtîgeha Navendî ya Enqere Ûlûcanlar.
16’ê Hezîrana 1994’an Dadgeha Destûrabingehîn biryara destnedayîna 13 wekîlî bê rakirin da. 1’ê Tîrmeha 1994’an Selîm Sadak û Sedat Yûrtaş hatin binçavkirin û 12’ê Tîrmehê jî hatin girtin.
Îdîanameyên derewîn
Hin kes hatibûn girtin û hin kes jî derbasî Ewrûpa bûn. Ji bo yên girtî êdî pêvajoyek nû ya têkoşîneke nû dest pê kir. Doza ku li Enqereyê dest pê kiribû ji aliyê Kurdan ve bi eleqeyek mezin dihat şopandin.
3’yê Tebaxa 1994’an doza 6 wekîlan dest pê kir. Gelek parêzer bi dilxwazî tevlî danîşanan bûn. Di destpêka dozê û bi xwendina îdeanameyê parlementerên Kurd fêr dibûn ku bi komployek çi rengî re rûbirû ne. Di vê îddîanameyê de dîtin ji bo ku wan bi salan li girtîgehan bigirin, gelek îdaeyên nerast hatin bicihkirin. Parlementerên Kurd di parastinên xwe de didan xuyakirin ku ev doz ne huqûqî, dozek siyasî ye.
Dîcle, Sadak, Zana, Dogan
Parastina wekîlên Kurd dest pê kir. Ji aliyekî ve nerastiya van îddîayan dianîn ziman û ji aliyekî ve jî parastina siyasî dikirin. Li derve jî hevalên wan yên li Ewrûpa, ji bo ku balê bikişînin ser dozê, heyet dişandin Tirkiyeyê.
Li hemberî tinebûn û delîlên sexte, doz 8’ê Kanuna 94’an bi encam bû. Dadgehê bi hinceta “endamên rêxistinê ne” 15 sal cezayê girtîhê da ji her yek ji wekîlên Amedê Hatîp Dîcle û Leyla Zana û wekîlên Şirnexê Orhan Dogan û Selîm Sadak.
Piştî ku dadgehê biryar da û doz bi ecam bû, ji bo 4 parlementerên Kurd, li girtîgeha Ulûcanlar pêvajoya 10 salan dest pê kir.
Tirkî hat darizandin.
Lê ji bo Kurdan siyaset bi dawî nebû DEP hatibû girtin Kurdan bi navê HADEP partiyek nû avakiribû. Ji bo siyasedmedarên Kurd yên girtî, Huqûq li Tirkiyeyê xitimî û parêzeran Parlementerên DEP’ê di sala 1996’an serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa-DMMEyê dan û di sala 2001an de serlêdan bi encam bû.
Bi hinceta mafê darizandinê hatiye binpêkirin ji her wekîlekî re 25 hezar dolar û ji bo lêçûnên dadgehê jî 10 hezar dolar hate dan.
Piştî bi deh salan zagon guherî
Piştî zagona hejmara 4 hezar 793’yan hat guhertîn parêzerên wekîlên DEP’ê, ji bo ji nû ve bên darizandin serî li dadgehê dan. Serdozgeriyê ev serlêdan pejirand û xwest ku biryara 15 sal ceza bê xerakirin.
9’emîn Daîreya Ceza, girtina 4 wekîlan a 10 sal zêde berdewam dike li ber çava girt û biryara serbestberdana wan da. Wekîlên DEP’ê 9’ê Hezîrana 2004’an serbest hatin berdan. Serbestberdana wan ji aliyê gel ve bi coşek mezin hate pêşwazîkirin.
Piştî serbestberdanê 4 parlementeran berê xwe dane Kurdistanê. Cihê ku diçûnê vedigeriya qadên mitînga.
Gelê Kurd 10 sala bû li benda wan bûn û bi vî awayî jî ew pêşwazî kirin. Lê li Tirkiyeyê di ser vê derbeyê re sal derbas bûn, hişmendiya dewletê li hember siyasedmedar û partiyên Kurdan nehat guhertin. Piştî DEP’ê gelek partiyên Kurdan hatin girtin û dîsa Kurdan bi navên din partî vekirin.