Celalê Derbikjen: Heta ez hebim, ez ê dest ji derbika xwe bernedim. Eger rojekê jiyana xwe ji dest bidim jî bila wê bi min re veşêrin. Ji ber ku min nirx daye derbika xwe, derbika min jî di nava civakê de nirx daye min. BÊRÎTAN MEDÛSA ANHA/QAMIŞLO Celalê Derbikjen, bi dengê derbika xwe ji berxwedana Şoreşa Rojava heta berxwedana Nisêbînê, Berxwedana Serdemê ji gelê Qamişlo re bû moral, bû reng û dengekî berxwedanê. Celalê Derbikjen diyar kir ku ew ji bo serkeftina şoreşa gelê xwe li derbikê dixe. ‘Celal Letîf ê 35 salî ji 27 salan ve li derbikê dide û di nava gelê Herêma Cizîrê de bi navê ‘Celalê Derbikjen’ tê naskirin. Ji kal û pîran, heta zarokên herêmê Celal bi vî navî nas dikin. Her meşek, şahiyek an jî şînek, bê dengê derbika Celal derbas nabe. Di heman demê de destên Celal ên ji lêxistina derbikê xwîn dibin û diqelişin jî dest ji derbikê bernadin. Celal di sermê yan jî germê de bêyî ku bisekine, ji bo moralê gel xweş bike, li derbikê dixe. Bi misînînan dest pê kir Celal dibêje, di 8 saliya xwe de ew aşiqê derbikê bûye û wiha tîne bîra xwe: “Ez 8 salî bûm, bavê min di dawetan de li tembûrê dixist. Dema ez pê re diçûm, hertim kesên li derbikê dixistin bala min dikişandin. Min jî dixwest li derbikê bixim. Ez jî dihatim malê, min li ser misînên avê, mase û heta carinan li ser singa xwe, xwe fêrî derbikê dikir. Bê ku kesek nîşanî min bide, min xwe fêrî lêxistina derbikê kir. Dema carinan ez diçûm dawetan, min derbik ji derbikjenan distand û min jî lêdixist. Wan jî digot, tu baş lêdixî.” Malbata Celal ji dema bapîrên xwe ve, debara xwe bi lêxistina tembûrê dikir, Celal jî li ser vê mîratê, bi derbika xwe heman rê daye ber xwe. Di heman demê de Celal kesên ku dixwazin fêr bibin jî fêrî lêxistina derbikê dike û heta niha 5 kes fêrî lêxistina derbikê kirine. Heta ku xwîn ji destan bê Celal di 15 saliya xwe de ji xwe re derbikek darî dikire, wê demê derbik ji darê û çermê lawiran dihatin çêkirin. Celal dibêje, wî pirr xurt li derbikê dixist û hertim derbika wî dişikest. Piştî ku Celal ji xwe re derbika hesinî dikire, ji şikestina derbikan jî xilas dibe, lê vê carê jî destên wî xwîn dibin û  diqelişin. Celal guh nedida êşa destan û lêxistina dirbekê bi xurtî dewam dikir. Celal ji beriya Şoreşa Rojava ji bo debara malbata xwe diçû dawetan, piştî ku şoreş dest pê dike, hertim li meydanên berxwedanê de dengê dirbeka Celal dihat bihîstin. ‘Hûn min bikujin jî’ Celal wiha qala beşdarbûna destpêkirina berxwedana Şoreşê dike, “Ji bo ku ez gel kom bikim, min hertim li derbikê dixist û moralê gel xweş dikir. Carekê li Enteriyê meşeke me hebû, piştî meşê dest pê kir, rejîmê bi fîşekan êrişî me kir. Eskeran got, ‘derbika xwe bide me’, min jî ji wan re got, hûn min bikujin jî ez derbika xwe nadim we.” Dengê derbika berxwedanê Celal di berxwedana Bakurê Kurdistanê ya xwerêveberiyan a salên 2015-2016’an de jî bi dengê derbika xwe berxwedan silav dikir. Dengê derbika Celal li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê tevlî dengê tang û topên dewleta Tirk a dagirker dibû. Celal bê navber li ser sînor bi derbika xwe piştgirî dida berxwedana gelê Nisêbînê. Ji berxwedana destpêkirina Şoreşa Rojava, heta  berxwedana Nisêbînê, Berxwedana Serdemê dengê derbika Celal bilind dibû. Dema gelê Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk a li dijî Efrînê û piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe dida Efrînê, dîsa denge derbika Celal bilind dibû. Celal anî ziman ku ew ji bo moralê gel xweş bike, gel rake ser piyan û germbûna gel guh nade xwînîbûna destê xwe û li derbika xwe dide. Celal got, ew ji bo serketina Şoreşa gelê xwe li derbikê dide. ‘Derbika min nirx dide min...’ Celal herî dawî girêdan û dilsoziya xwe ya bi derbika xwe re wiha anî ziman, “Heta ez hebim, ez ê dest ji derbika xwe bernedim. Eger rojekê jiyana xwe ji dest bidim jî bila wê bi min re veşêrin. Ji ber ku min nirx daye derbika xwe, derbika min jî di nava civakê de nirx daye min.”