Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd got, her pênc partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê xwediyê şîrketên neftê ne û ev yek jî weke sedema rasteqîn a arîşeya heyî ya di navbera aliyan de bi nav kir.

Mihemedê Hacî Mehmûd ji radyoya Dengê Emerîkayê (VOA) re peyivî û got, xizmetkirina xelkê ne sedema arîşeyî ye, û ev ne kul û derdê partiyên siyasî yên hikûmetê ye, lê belê dahata ji neftê  parvekirina wê sedema arîşeyên heyî ye.

Şirîkên hikûmetê û neftê!

Mihemedê Hacî Mehmûd PDK, YNK, Tevgera Gorran, Yekgirtûyî Îslamî û Komeleya Îslamî bi nav dike ku şirîkên hikûmeta dawî bûn ku piştî hilbijartinên 2013´an bi zor û zehmetiyan hatibû avakirin. Mihemedê Hacî Mehmûd eşkere dibêje, arîşeya di navbera van aliyên siyasî de jî ji ber kêmbûn yan jî zêdebûna ji para ji dahata neftê ye.

‘Rêveberî ne şefaf e’

Mihemed di axaftina xwe ya ji VOA´yê de wiha rexne li wan partiyên Başûrê Kurdistanê girt: “De ka herin binihêrin li berpirsên wan partiyan, gelo ew xwedî şirketên neftê ne yan na? Heta bi beriyan çendekê jî her pênc partî şirîkê dahata ji petrolê bûn, pirsgirêka wan a li ser desthilatdariyê ne ji ber xelkê, xizmetkirina xelkê, sîstema hikumraniyê û şefafbûna desthilat û rêveberiyê nîne. Ev aliyên siyasî yên ketî nava hikûmetê, ji mêj ve kesên deng dayî wan ji bîr kirine.” 


NAVENDA NÛÇEYAN