Karsu der barê rewşa xwe de wiha axivî: “Dema rojek di şaneşîna xaniyekî de min sewax dikir. Xeta ceryanê ya trafoyê ya ber şaneşînê derbas dibû ez pê ve zeliqîm. Her du destê min û lingekî min şewitîn. Ez 3 mehan li nexweşxaneyê mam û tedawî bûm. Piştî ku ji nexweşxaheyê derketim 2 salan jî li malê di nav nivînan de mam.” Karsu, anî ziman ku berê Weqfa Civakî û Alîkariyê û Kizilayê piştgirî didan wan lê ev salek e alîkarî qut kirine û wiha berdewam kir: “Berê her çiqas alîkarî kêm be jî me jê sûd werdigirt. Hevsera min çû sedema qutkirina alîkariyê pirsî. Li weqfê jê re gotine rewşa we ya abarî baş e me ji bo wê alîkariya we qut kiriye. Niha jî ji herdu alîkariyan jî em sûdê nagirin.”
‘Rojê 5-10 TL qezenc dike’
Karsu, da zanîn ku ew rojê carna 5-10 TL’an û carna jî qet tiştekî bi dest naxe û wiha axivî: “Ev kar karekî zarokan e. Ez ji ber neçar bûnê vî karî dikim. Dema rewşa mirovan a aboriyê xweş be mirov jî dizane li rehetiya xwe binêre. Roja ez nexebitim û kar nekim ez wê rojê aciz dibim. Ez bi vê erebokê sebra xwe tînim û hewldana min ew e ku roja min vala derbas nebe. Ger ku ez nexebitim wek di zîndanê de ez xwe dibînim.”
Karsu, anî ziman ku ew li Deriyê Rihayê, Deriyê Mêrdînê û hemû navçeya Sûrê eşyayên welatiyan dibe û tîne û wiha axivî: “Çi barê welatiyan hebe ez dikim. Ew çiqasî bidin min ez ji mecburî barê wan ji wan re dibim şûna ku ew dibêjin.”
DÎHA/AMED