Nûnerên dewletên Garantor yên Civîna Pilebilindan ya Astanayê li Tehranê civiyan. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li Tehranê civiyan. Li wir wekî her tim Erdogan xwedî li çeteyan derket, û daxwaza “agirbest”ê ji aliyan kir, lê Îran û Rûsya got, di rojeva wan de, tenê paqijkirina Idlibê ji terorîstan heye.
Di civînê de Hesen Rûhanî gotiye ku wan ji destpêkê ve jî digot krîza Sûriyê bi rêbazên leşkerî çareser nabe û wiha peyiviye:”Ji lewra divê ji bo çareseriyê rêyên diyalogê werin hêsankirin.”Em dixwazin agirê li Sûriyê bidawî bibe, karên terorîstî li welat nemînin. Weke welatekî dost em ê piştgiriyê bidin îradeya gelê Sûriyê. Em ê alîkariyên xwe jî bidomînin. Her wiha em nîgeraniyên hinek welatan jî fêm dikin. “
Her wiha Rûhanî bal kişandiye ser wê yekê ku divê di tekoşîna leşkerî de hewl bidin sivîl zirarê nebînin û diyar kiriye: “Em ji bo aştiyê şer dikin. Lê em baş dizanin ku aştiya mayînde bi têkbirina terorê serdikeve.
Putîn: Terorîstên mane li Idlibê
Vladimir Putin jî di civînê de gotiye, terorîstên mane li Idlibê bicîh bûne û wiha axiviye:”Her wiha hinek provakasyon jî tên amadekirin û yek ji wan jî senaryoya bikaranîna çekên kîmyeyî ye.Divê alîkariya mirovî bo Sûriyê were kirin. Li herêmên bin kontrola hikûmetê jiyan asayî dibe. Xizmetguzarî zêde dibe û saziyên navdewletî vedigerin Sûriyê.Hikûmeta Sûriyê karê xwe bi başî kiriye û komîteyek taybet ji pirpos û şarezayan pêk aniye bo danûstandinan û amadekirina destûrê.”
Erdogan xwedî li çeteyên xwe derket
Serokomarê Tirk Tayîp Erdogan li wir dîsa xwedî li çeteyên xwe derketiye û gotiye, bi çi sedemê dibe bila bibe, êrîşa li ser Idlibê dê bibe sedema karesatên mezin û wiha peyiviye:”Li ciheke mîna Idlibê, ji bo li dijî terorîstan bikarin tekoşînê bikin pêwîstî bi demê û rê û rêbazên cuda heye.
Em qet naxwazin Idlib bibe gola xwînê. Divê em rêçareyeke guncayî peyda bikin. Ez tika dikim hûn di vê mijarê de hestiyariyên Tirkiyê li ber çav bigrin. Me bala xwe daye ser Idlibê lê li rojhilatê Firatê tiştên em naxwazin rûdidin. Em ji wê yekê nerazî ne ku Emerîka li wir rêxistineke din ê terorîst bihêz dike.”
Putîn henekê xwe bi Erdogan kir
Her wiha berdevkê çeteyan Erdogan di civînê de bi israr peyva “agirbest” bi kar aniye û ji bo vê peyvê jî Putîn gotiye; “Halî hazir ne mixalif ne terorîst li ser vê masê ne, lewre em nikarin li dewsa wan biryaran bigirin.”
TEHRAN