PDK timî dibêje wê ‘referandûm û dewleta serbixwe ya Kurdî’ pêk bîne. Belê li aliyekî jî hîna Deriyê Sînorê Sêmalka li ser Rojava girtiye. Dîsan parlamento hîna ne aktîv e û krîzên siyasî û aborî dewam dikin. Têkildarî van gotin û kiryarên PDK’ê siyasetmedar Serkewt Şemseddîn û dîroknas Diyarî Xalid ên ji Helebce ji ajansa RojNews re axivîn.
Siyasetmedar Serkewt Şemseddîn destnîşan kir ku ji bo referandûmê pêwîstî bi amadekariyên yasayî û lojîstîkî heye û got: “Bi taybetî jî divê ev bi rêya parlamentoyê pêk bê. Belê niha parlamento ne aktîv e. Ji bo wê jî niha PDK vê mijarêji bo berjewendiyê xwe yên siyasî bi kar tîne. Bi armanca zext kirina li aliyên din ên siyasî û Bexdayê mijarê bi kar tîne. Her weha ji bo berfirehkirina desthilatiya xwe bi kar tîne.”
‘Gotin û kiryarên PDK’ê hev nagirin’
Diyarî Xalîd jî da zanîn ku PDK mijarên weke referandûm, dewleta serbixwe ya Kurdî ji bo zêdekirina desthilat û berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tîne û got: “PDK her weha ji bo veşartina şikestinên xwe jî mijarê bikar tîne. PDK’ê parlamento dagir kiriye. Her weha veşartina lewaziyên siyaseta xwe yên weke girtina sînor li ser parçeyên din ên Kurdistanê, aloziyên li gel aliyên din û paşve xistina parlamentoyê bi kar tîne. Ji bo wê jî hemû gotinên PDK´ê û kiryarên wê li gel hev nabin yek.”
CÎHAD HEWRAMÎ/ROJNEWS / HELEBCE