Rejîma Baas li bajarê Hesekê doh danê sibê êrîşî endamên Asayîşê yên li nêzî Dibistana Nehda û Miwehedê yên sûka Hesekê kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiva hêzên rêjîmê dan. Di encama şer de 5 leşkerên rêjîmê hatin kuştin, bi dehan jî birîndarên wan çêbûne. Hêzên rêjîmê di dema şer de êrîşî sivîlan jî kir û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, sivîlek jî birîndar bû.
Nehiştin şer mezin bibe
Li ser navê Asayîşa Hesekê Îbrahîm Hesekê ji ANHA’yê re axivî û got, "Hêzên rejîmê ji bo gel bitirsîne ev êrîş kirin. Lê belê weke hêzên asayîşê em bi berpirsyarî rabûn û me nehişt ev şer mezin bibe. Rewş niha aram e."
Li Şêx Meqsûdê 2 kes birîndar bûn
Komên çete yên Kalisyonê û bermahiyên ENKS`ê cardin bi bi fûze û çekên giran taxa Şêxmeqsûd a Helebê hedef digirin. Li gorî nûçeya ANHA’yê, komên çete pêr di saet 18:35’an de ji aliyê Eşrefiyê û herêma Seken El-Şebabî ve taxê topbarn kirin. Ji ber topbarana çeteyan zarokeke yek salî di nav de 3 kes birîndar bûn. Welatiya hersê kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin navenda Heyva Sor a Kurd.
Artêşa Tirk zarokek qetil kir
Leşkerên Tirk pêr li ser sînorê zarokek qetilkir û cenazeyê wî revandin.
Leşkerên Tirk li nêzî gundê Banêrako yê girêdayî Naçeya Raco ya Kantona Efrînê zarokê bi navê Ekîd Hisên Tobal ê 14 salî dema ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe qetilkir û cenazeyê wê revandin.
Malbata zarokê bi navê Ekîd Hisên Tobal diyar kirin piştî ku Artêşa Tirk kurê wan qetil kir, mesafeya 200 metreyan derbasî axa Rojava bûn û cenazeyê wî birin.
Malbata Ekîd daxuya kirin ku armanca Artêşa Tirk ji birina cinazeyê kurê wan, veşartina sûcê ku pêk anîne. Malbatê ji bo anîna cenazeyê kurê xwe banga destwerdanê li aliyê peywendîdar kir.
ANHA/HESEKÊ/HELEB/EFRÎN