Pirtûka helbestan a Serda Selaheddînê Gimgimî bi navê “Derdê Welat” ji Weşanên Nûbiharê derket. Ev pirtûkeke taybet e ji ber ku helbestvanê van şiirên di pirtûkê de, di 22 saliya xwe de wefat kiriye. Helbestên xwe jî di 18-19 saliya xwe de nivîsîne (muhtemelen sala 1963 û 1964´an) ku hîna nû derfet çêbûye ku bên weşandin. Serda Selaheddîn ji berê ve helbestan dinivîse lê heta niha nehatiye nasîn. Serda Selaheddîn di medreseyê de dest pê kiriye ku helbestan binivîse û ji ekola medreseya Mela Zahirê Tendûrekî tê û di ciwaniya xwe de helbest nivîsîne. Lê ew helbest heta niha wekî pirtûk nehatibûn çapkirin. Serda Selaheddîn, di 22 saliya xwe de wefat kiriye. Serda Selaheddîn sala 1945´an hatiye dinê û sala 1967´an wefat kiriye. Ev helbestên wî yên niha wekî pirtûk çap bûne bi pirranî di 18-19 saliya wî de hatine nivîsîn ji ber ku di salên dawî de zêdetir ew bi xweşiyê re bilî bû. Şiîrên Serda Selaheddîn, hemî bi weznê hatine hûnandin û mijara wan bi pirranî li ser neteweperwerî, Kurdistan, rewşa Kurdan, evîn û siruştê ye.
STENBOL