
Berdevkê Fermî yê Fermandariya YPGʹê Rêdûr Xelîl û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyir Aydar biryarbi gotinên, “Dereng jî bê erênî û dîrokî ye“ pêşwazî kirin.
Daxuyanî wihaye: ʺEm di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve û piştî biryara çekirina hêzên me ya dîrokî ku pêk hat, dê Yekîneyên me roleke mesitr û bi bendortir di şerê li dijî terorê bigre û bi hêzeke mestir dê şerê terorê bike. Ji ber ku ev biryar û pêkanîna wê dê hêzeke pêşketinê bide hemû hêzên demokratîk ên ku şerê terorê dikin û dê encamên mezin û bi lez bi xwe re bîne.
Yekîneyên me vê biryarê dîrokî erênî dinirxîne û radighîne ku dê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî dê karibe hêzên Tarî têk bibe û rê ji avakirina Sûriya Azad ku bi destê hemû pêkhateyên xwe bê cûdahî bê avkirin vebike.
Aydar: Divê bi Reqayê bi sînor nemîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zübeyir Aydar jî got biyareke derengmayî bê jî erênî ye. Aydar nerîna xwe bi rojnameya me re parve kir: “ Ji ber kêmahiya çekan gelek insanên me yên çeleng û hêja şehîd ketin, diviyabû ev biryar zûtir hatiba dayîn. Dil dixwest hêna dema berxwedana Kobanê de gaveke bi vî rengî bihata avêtin. Her çendî biryareke derengmayî be jî ez weke gaveke pozîtîf dibînim. Divê çarçoveya vê biryarê ne tenê ji bo Reqayê be. Yanî dive were berfireh kirin û bi giştî be.”
Aydar bal kişande ser reaksiyonên dewleta Tirk û hevkarên wê ku li dijî vê yekê bertek nîşan didin û wiha pê de çû: “Bêzariya wan ji ber planên wan ên kirêt e. Ji ber ku ew dixwazin Kurd bê çek bin daku bi karibin êrîşên xwe yên li ser Kurdan xurrtir bikin.
Aydar ev biryar weke meşruyeteke navnetewî pênase kir û got: “Bi yekê derfeta Kurdan ya ji derve çekirîn û standinê çêdibe. Ev yek jî bixwe re meşruyeteke navneteweyî der dixe hole ku wê karibe têsirê li welatên din jî bike. Kurd çiqas karibin çekan bi dest bixin wê ewqasî jî karibin destkeftiyên xwe biparêzin. Her wiha ev yek dibe garantîkirina pergala Bakurê Sûriyeyê jî û wê bike.”