Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) da zanîn ku di encama êrişa Tirkiyeyê de li Cerablusê 6 jê zarok 24 sivîl hatine qetilkirin.


2 welatiyên herêmê derbarê bûyerê de ev agahî dan

Her du welatiyên li herêmê ji Navenda Çavdêriyê re ragihandin ku di 28 ê Tebaxê de balafirên artêşa Tirk li dijî hêzên QSD ê bombebaranê pêk aniye, cihê ku balafiran bombe kir jî nêzî 50 welatiyên sivîl ku ji şer revîbûn û xwe sipartibûn hêzên QSD ê jî li wir bûn. Piştî bombebarandinê ji bejahiyê jî topbaran hatiye kirin.

“Her du welatiyan navên 13 xizmên xwe yên ku di encama wê êrişê de hatine qetilkirin ji navenda çavdêriyê re ragihandin. Kesekî bi navê Mihemmed Osman jî di hesabê xwe yê Facebookê de 6 jê zarok 6 jî jin navên 24 kesên ku di encama êrişa artêşa Tirk de hatine qetilkirin, diyar kirin.


Ajansa AA yê gotibû 25 terorîst

Di 24 ê Tebaxê de TSK û OSO yê di bin navê operasyona li dijî DAIŞ ê de êrişî hêzên Kurd (HSD-YPG) kiribûn û li axa Sûriyê operasyon dabûn destpêkirin.

Cerablus ku destê DAIŞ ê de bû ket destê OSO û TSK ê, ew hêz piştre ber bi başûrê bajêr ve pêş ve çûn û êrişî hêzên Kurd kirin. AA yê di 28 ê Tebaxê de bi nûçeyekê ragihand ku TSK ê li Cerablusê li dijî komeke çekdar êriş pêk aniye. AA yê di nûçeyê de gotibû ku “25 terorîst hatine kuştin.”  


 NAVENDA NÛÇEYAN