Heyeta HDP´ê bi gundiyên li Şapatana ser bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi êşkenceya dewleta Tirk re rûbirû mayî re peyivî û rapora xwe eşkere kir. Di heyeta HDP´ê ya çûyî Şapatanê de parlemanterê Bedlîsê Mizgîn Irgat, parlemanterê Colemêrgê Nihat Akdoğan û endamê Meclîsa Partiyê Ozgur Zeydanoglu, papora xwe ya pêş di Nobeta Wicdan û Edaletê ya li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.

Tiştên ku di rapora Zeydanoglu xwendî de derketin pêş ev in:

*  “Di nava sala 2017´an de li gund çend caran qedexeya derketina derve hat ragihandin, ji ber tercîhên xwe yên di hilbijartinên cihî û giştî de jî xelkê gund weke tehlûkeyeke potansiyel hat dîtin.

*  Di operasyona pêşî a li gund a 6´ê Tebaxê de, ji jinên 90 salî heta bi zarokên 6 salî hemû ferdan lêdan xwar, nexasim jî li dijî jinan heqaretên giran û taciza devkî hat kirin.

*  6 kesên hatin binçavkirin, tevî ku di laşê wan de gelek birîn hebûn jî nêzî mizgefta navendî qederê 4 saetan hatin rawestandin, yan bi pêlkirinê yan jî bi derbe hişkan êşkence li wan hat kirin.

* Berê sibehê careke din bi ser malan de hat girtin. LI van malan heqaret û êşkence li hemû ferdan hat kirin.

*  Qederê sed kesî lêdan xwar û êşkence li wan hat kirin, tevî vê jî bi giştî 36 kes hatin binçavkirin.

*  Gelek jê tevî ku birîndar jî bûn, di nava maşînên zirîhpoş de li ser hev hatin barkirin û bi wî rengî ew birin midûriyeta polîsan a navçeyê.

*  Li midûriyeta polîsan qederê saetekê bi cop, qundaxa sîlehan, destikê paspasan, xortumên kurtbirrî û carinan bi bistan rastî êşkenceyê hatin.


Elîfa mêhtinkeran Ne elîf e xwîntahleke nemirov e

*  Bunyamin Atahak, ji bo derman bibe û rapora derbxwarinê bistîne çû nexweşxaneya dewletê ya Şemzînanê lê belê doktora jin Elîf Ç. ya ku li nexweşxaneyê wezîfedar, jê re got, hûn ji Şapatanê ne, hûn terorîst in û mexdûr derman nekirin. Heta bi ser halan de telefonî polîs kir û kir ku ji nû ve bê binçavkirin.

* Paşê kesên din ên çûn hema doktorê ji bo derman bibin û rapora derbxwarinê bistînin, bi heman bahaneyê û bi gotinên “Kesê êşayî, diêşîne” paşve hatin vegerandin û êşkence hat parastin.

* Heyeta me piştî bûyerê bi 3 rojan çû serdana gund, lê hîna tevahiya birînên li laşê mexdûran xuya bûn. Ev şûnên derb û êşkenceyan hatin belgekirin.


Waliyê dagirker derewan dike

Piştî xwendina raporê, parlemanterê HDP´ê yê Colemêrgl Nihat Akdogan got, daxuyaniya Waliyê Colemêrgê derewe û wiha dewam kir: “Ji doktor heta bi dozger, ji walî heta qeymeqam dibêjin, li Şapatanê kes rastî şîdetê nehatiye. Binihêrin dîmen hene, di medyaya civakî de her kesa alîgirê wicdan, demokrasiyê û edaletê ev dîmen parve kirin.’’

Parlemanterê HDP´ê yê Bedlîsê Mizgin Irgat jî ji bo zilma dewletê got, “Li ber çavên hevjînên wan şîdet li jinan kirine û rûmeta wan hatiye binpêkirin. Êşkenceya bi xurtî ya li Şapatanê nîşan dide ku siyaseta înkarê ya li Kurdan careke din rojane bûye, bi awayê DAIŞ´ê êşekence tê kirin, ev bi awayekî zelal diyar bûye.” 


 WAN





Dewleta Tirtk êşkence li Nûdema 4 salî kir

Dewleteke pîs



Nûdema ku tevî dayika xwe li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Elezîzê tê ragirtin, tevî 24 girtiyan rastî êşkenceyê hat.

Li girtîgehê hevşaredara navçeya Wanê Mehmûdiyê Zilan Aldatmaz jî derb xwarine. Li gorî agahiyên ji girtîgehê Nûdema 4 salî a tevî dayika xwe tê ragirtin jî, lêdan xwariye. Kemal Çopûr bi hevjîna xwe ya di girtîgehê de Yelîz Çopur re peyiviye, û wê gotiye, dema ku keça wê ya 4 salî li milê wê bû, ew hatine derbkirin. Yelîz Çopûr hevseroka rêxistina bajêr a DBP´a Qersê ye û 7´ê Tîrmehê bi hevjînê xwe re peyiviye. Li gorî vê 3´yê Tîrmehê êvarê, gardiyan ji bo serjimarê ketina qoxuşê, heqaret li girtiyan kirine, li ser vê minaqeşe bûye û paşê gardiyanan êrişê girtiyan kiriye û êşkence û lêdan li wan kiriye.

Kemal Çopur piştî bi bûyerê hisiya keça xwe ji girtîgehê derxistiye û aniye Qersê. 


 QERS