Komeleya ku xwedî avahiyek mezin, taybet û xweser e, li pêş û paşiya wê 2 paxçeyekî wê yên fireh û mezin hene. Nivîskarên ku diçin komeleyê piştî saet 17.00'an de diçin avahiyê û ji nivîsandin û niqaşkirina li ser wêjeyê zêdetir piranî, li wir bi lîstikan dileyizin û vedixwin.
Der barê xebat û rewşa komeleyê de Serokê Yekitiya Komeleyên Nivîskarên Kurd a Dihokê Hesen Silîvaneyî diya kir ku li gel 41 salin hatine damezirandin û 246 endamên wan hene bi qasî dixwazin hemû ne çalak û bi tevgerin. Silîvaneyî anî ziman ku gelek endame wan ên pirtûkên xwe çapkirîne, hêjmarên wan li yekîtiya komeleyê tune û wiha got: "Me li ser projê weşanên Komeleya me 259 pirtûk capkirin. Gelek ji wan li ser dezgehên cuda yên Kurdistanê hatine çapkirin. Di pirtûkxaneya Komeleya me de niha nêzî 6000 pirtûk hene. Li pirtûkxaneyê, pirtûkên Kurdî, erebî, Tirkî, Îngîlîzî hene. Piraniya wan li ser wêjeyê ne."
Hesen Sîlîvaneyî da zanîn ku li gorî rêzikname û programê Komeleya nivîskarên Kurd, dikarin nivîskarên Kurd ên parçeyên din ên Kurdistanê jî bikin endamên komeleyê û wiha got: "Nivîskarên Kurd ên li Herêma Kurdistana Federal dijîn û xwedî şertên taybet in, dibin endam. Di komelmeyê de 6 endam ne ji dihokê ne, yên din ji Duhokê ne."
Serokê Komeleyê Hesen Sîlîvaneyî da zanîn ku li gorî rezameniya Serokatiya Civata Wezîran a Kurdistanê, bi rêya Wezareta Darayî mehê budçeyek hatiye veqetandin û butçe li ser Silêmanî, Duhok, Kerkûk û Hewlêrê tê belavkirin. Sîlîvaneyî da zanîn ku dê di meha 12'an de milyonek û nîv dinarên Iraqî bigirin û ji bo her komeleyeyê aboneya salene pere ji wan re tê razandin.
Sîlîvaneyî, de dawiya axatina xwe de da zanîn ku li ser werzên rewşenbîrî xebatên xwe berdewam dikin û wiha got: "Em li ser xurtikirina têkiliyên rewşenbîrî dixebitin. Armanca serekî xizmeta edebiyat û wêje û zimanê Kurdî ye. Me 10 pirtûkên nû ji weşanên komelmeyê bi hevkariya reveberiya çap û weşanê li Duhokê çap kir. 

DÎHA/DUHOK