
2'yemîn rûniştina doza endama daîmî ya meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk Kevser Akçelîka ku 29'ê Adara 2012'an bi îdîaya di nav avasaziya ciwanan a KCK'ê de cih digire hatibû girtin li Dadgeha Cezaya Giran a Zarokan a Şirnexê hat dîtin. Tevî ku Akçelîka bi îdîaya endama rêxistinê ye hatibû girtin wekî di yekemîn rûniştina 26'ê nîsanê daxwaz kirî, di vê rûniştinê de jî xwest bi Kurdî parastina xwe bike, dadgehê ev daxwaz red kir. Dadgehê li ser parastina Kurdî wekî biryar ev hevok derbasî girtekan kir: "Bersûc bi israr diyar kir ku ew dixwaze parastina xwe bi Kurdî bike, lewma me jî wekî ku dev ji vî mafê xwe berdaye biryar girt." Li ser vê yekê bêy ku parastina Akçelîk bê girtin ceza jê re hat birîn.
Parastina Kurdî cezayê zêde!
Dadgehê bi îdîaya ku endamê rêxistinê ye, komên di nava rêxistinê de birêve dibe û wan organîze dike 9 sal cezayê girtîgehê lê birî. Dadgehê ji ber temenê wê di bin 18 saliyê de ye jî ceza daxist 6 salan. Dîsa ji ber Akçelîkê bi hinceta ku di parastina bi Kurdî de israr kiriye rewşa wê ya baş li ber çavan negirt û cezayê wê danexist.
‘Tehemûlî Kurdî nakin’
Bavê Akçelîk Husret Akçelîk li hemberî biryara dadgehê nerazîbûn nîşan da û got; "Ji ber bêtehemuliya Kurdî ceza li keça min birîn. Ji ber keça min li Şirnexê tevlî cenazeyê gerîlla bû hat girtin. Wêneyên wê yên di merasima cenaze de hatine kişandin di dadgehê de nîşanî wê dan." Akçelîk diyar kir ku wî keça xwe bi zimanê zikmakî mezin kiriye û wiha axivî: "Dadgehê bêy ku mafê parastina Kurdî bide keça min ceza kir. Keça min hê gelekî biçûk e. Doz li vê derê dê bidawî nebe. Ez ê dozê derbasî rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bikim."
‘Ceza bi biryara şûreya bilind hat girtin'
Akçelîk gotinên Serokwezîr Erdogan ên wekî; "Êdî qenaleke Kurdî heye û Kurdî neqedexe ye." bibîr xistin û wiha pê de çû: "Erdogan dibêje; 'pirsgirêka kurd nîn e lê pirsgirêka PKK'ê heye' û dixwaze yên li çiya dakevin û siyasetê bikin. Mixabin kesên ku hîn di temenê zarokatiyê de ne tên girtin û rastî cezayên bi salan tên." Parêzer Aycan Îrmez jî destnîşan kir ku mûwekkîla wê xebatkarê partiyeke zagonî bûye û anî ziman ku ceza li ser biryara şûreya bilind hatiye girtin. Parêzer Îrmez anî ziman ku ew ê dijî biryarê derketin.
SAMÎ YILMAZ / DÎHA/COLEMÊRG
Ji ber Kurdî nehatin berdan
Li Çewlîkê ji 9 kesên tevlî çalakiya "Ez xwe îxbar dikim" jê 2 kes ji ber di parastina Kurdî de israr kirin serbest nehatin berdan.
Helwesta Dadgehên Taybet ya li hemberî zimanê Kurdî berdewam dike. Ji 9 kesên li Çewlîkê di operasyonên bin navê "KCK'ê" de şermezar kirin hatin girtin jê 7 kesên bi Tirkî parastin kirin serbest hatin berdan. 2 kes jî ji ber di parastina Kurdî de israr kirin girtina wan berdewam kir. Rûşitina 11 kesên jê 9 girtî yên di 23'yê kanûna 2011'an de li Çewlîkê di operasyonên bin navê "KCK'ê" de yên li hemberî siyasetmedarên kurd pêk tên bi "sirûd, govend, stran û çepik şermez kirin" hatibûn binçavkirin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê hate dîtin.
Di îdînameya derheqê girtiyan hate amedekirin de çalakiya ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Çewlîkê ya di çarçoveya kampanyaya "Ez xwe îxbar dikim" pêk hat weke li ser "banga rêxistinê" pêk hat, hate nirxandin. Di heman îdîanemeyê de heman çalakî ji aliyê BDP'ê ve hate lidarxistin hate dîtin û hate gotin, "sloganên di çalakiyê de hatin berzkirin, sirûdên hatin gotin, govenda hate girêdan vegeriya propagandeya rêxistinê" Di îdîanmeyê de strana "Ozgurluk mahkumlarin" weke dijzagonî hate nîşandan. Di îdîanameyê de hate gotin ku slogana "Em hemû KCK'yî ne" hate berzkirin û dowîzên di heman mijarê de hatin hilgirtin.
Têkildarî îdîanameya hatiye amadekirin de dozgeriyê di rûniştina yekemîn de mutale pêşkêşî dadgehê kir. Dozgeriyê ji hemû bersûcan re "Ligel endamê rêxistinê nînin li ser navê rêxistinê sûc kirin" û "Propagandeya rêxistinê kirin" ceza xwest. Parêzerên bersûcan di parastina xwe de diyar kirin ku, ew tevlî mutalaya dozger nabin û xwestin ku miwekîlên wan serbest bên bedan. Piştî navberê ji 7 kesên bi Tirkî îfade dan biryar beratê hate dayîn û ji 2 kesên bi navê Emrullah Kaya û Omer Bayindir yên bi Kurdî xwestin îfadeyan bidin jî biryara girtina wan berdewam bike hate dayîn û rûniştin taloqî 21'ê hezîranê hate kirin.
AMED