Demîrtaş, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê deriyê şensek nû li Tirkiyeyê vekiriye û xwest di serî de hikûmet û hemû partî, sazî û dezgehên Tirkiyê ji bo parastina mafê Kurdan, aştî û siyaseta demokratîk di nava hewldanan de bin. Demîrtaş, ani ziman ku hêj tecrîd bi dawî nebûye û pirsgirêka Kurd çareser nebûye. Demîrtaş, xwest êdî her kes ji bo aştiyê bixebite.
Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, li ser geşedanên dawî peyamên girîng dan. Demîrtaş, di destpêka axaftina xwe de meha muaremê pîroz kir anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ku di 12'ê îlonê de dest pê kir û bêyî mirin bi dawî bû kêfxweşî daye wan.
Demîrtaş, da zanîn ku greva birçibunê ji aliyê girtiyan ji bo mafê rewa û demokratîk 68 rojan berdewam kir û ji bo hemû kesên ku ketin nava hewldanê spasiyên xwe ji wan re anî ziman û wiha got: “Girtiyan ji bo mafê xwe yê rewa bînin ziman dest bi çalakiyê kirin. Me berê sedem û armanca çalakiya grevê bi berfirehî anîbû ziman. Çalakî bê mirin bi dawî bû kêfxweşî ye. Lê em xemgîn in jî. Her çend ev pêvajo bi dawî bû jî dîsa li derve mirin didome. Vê pêvajoyê ji bo me siyasetmedar û hemû cemaweriyê ve şensek mezin da.”
Demîrtaş destnîşan kir ku divê êdî her kes vê şensê baş bikar bînin û wiha axivî: “Tecrîda ku 16 meh berê dest pê kiribû hêj didome. Qedexe û astengiyên li ser ziman hêj didomin. Îşkenceyên li kolanan, astengiyên li pêş parastina ziman û înkara mafê gelê Kurd hemû sedema greva birçîbûnê ye. Armanca grevê Azadiya Ocalan û azadiya ziman bû. Bi soza ku ev daxwaz bên şopandin û bên xwestin dawî li çalakiyê hat. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwaza aştiyê ye.”
'Her kesî qezenc kir'
Demîrtaş, xwest tu kes bi feraseta kî bi ser ket? Kê winda kir nêzî mijarê nebin û dawîlêhatina greva birçîbûnê ji bo her kesî serkeftinek e û divê êdî ev pêvajoya diyalog û muzakereyan berdewam bike. Demîrtaş, xwest ku êdî hikûmet neyê lîstik û provokasyon an û wiha got: “Dema em hin tiştan ji hikûmetê dixwazin, em naxwazin ku tawîzan bidin. Em dixwazin bêtir ber bi demokrasiyê û aştiyê de gavan bavêje.”
Demîrtaş, da zanîn ku niha nikarin bêjin pirsgirêk çareser bûye û hêj şer didome û wiha berdewam kir: “Edî dem dema axaftinê ye. Divê hemû ji ceribîn û dîroka xwe ya nêzîk dersê bigirin.”
Demîrtaş, xwest bi lezgîn bi biryar û gavên lezgîn ji bo çareseriyê bavêjin. Demîrtaş, xwest tu kes heviyê ji hêzên derve neke û pirsgirêka xwe di nava xwe de bi diyalogê çareser bikin. Demîrtaş, da zanîn ku gelek hêzên ku dixwazin pêvajoyê aloz bikin û şer berdewam bike heye û wiha got: “Gelê Kurd çareserî, aştî û edaletê dixwaze. Divê demek berî demekê daxwazên gelê Kurd li ber çavan bê girtin. Rê li pêşiya siyaseta demokratîk bên vekirin. Rol û mîsyona vê demê pêşxistina siyaseta demokratîk e.”
Demîrtaş, anî ziman ku mirov ji xweber nakevin grevê û wiha pêde çû: “Ger ku li welatekî mirov têkevin grevê wê demê divê her kes li pergalê binere. Hêj bendava ji sedî 10 heye. Hêj parastina zimanê zikmakî qedexe ye. Hêj mirov li kolanan tên kuştin. Mirov tên binçavkirin û girtin. Hêj daxuyanî, meş û mîtîng tên qedexekirin. Hêj bi bombeyên gazê ava şid û copan îşkenceyê dikin. 10 hezar sisayetmedaran davên zindanan. Çapemeniya azad digirin. Sansur li ser çapemeniyê ye.”
Ji bo siyaseta demokratîk
Demîrtaş, xwest hemû partiyên siyasî, dezgeh û kolemeyên li Tirkiyeyê ji bo siyaseta demokratîk têkevin nava hewldanan û wiha pêde çû: “Em ji bo qenalên siyaseta demokratîk vekin em di nava hewldanan dene. Ger ku siyaseta demokratîk pêş bikeve wê demê dê çek jî bêdeng bibin. Kesên ku divêjin bila nekevin greva birçîbûnê bila destê xwe dînin ser wîjdanê xwe. Heta niha ji bo gelê Kurd çi guhertine.”
Demîrtaş, anî ziman ku hêj nasnameya Kurdan tê înkarkirin, hêj mafe statu, nasname û mafê gelê Kurd yên rewa û demoratîk di makeqanûnê de cih nagirin û wiha berdewam kir: “Hêj di navbera makeqanûna 12'ê Îlonê û niha de tu guhertin tune. Em heyecana çareseriyê di hikûmetê de nabînin.”
Hevkariya AKP'ê û çeteyan
Demîrtaş, helwesta hikûmetê ya li hemberî Arteşa Azad a Sûriyeyê jî rexne kir û wiha pêde çû: “Geşedanên li Sûriyeyê vê yekê nîşan dide. Geşedanên li Serêkaniya rojava Kurdistanê nîşana vê yekê ye. Polîtîkayên ku hikûmet dişopîne ji ewil de şaş e. Zarokên li kolanan jî di zanîbû ku ev nêzîkatiya mezhep û baweriyan dê bibe sedema şerê kolanan. Em çima li dijî Esad in, ji ber ku mafê Kurdan înkar dike. Tu çima li hemberî Esad î. Ji ber ku tu naxawze li wir Kurd azad bibin. Niha li sinorê Tirkiye û Suriyeyê şerekî bênav tê meşandin. Di kontrol û agahiya Wezîrê Karê Hundir û Derve de mirovên çekdar di sînor de serbest dikin tên. Çeteyên Artêşa Azad a Sûriyeyê aşkere ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve tê destekkirin.”
Demîrtaş diyar kir ku hikûmet aşkere vê çeteya çel pîne piştek dike û wiha got: “Arteşa Azad a Sûriyeyê û Konseya Sûriyeyê bi piştgiriya Hikûmetê tev digere. Kurdên Sûriyeyê ne dijminê gelê Tirk û Tirkiyeyê ye. Divê berî her kesî hikûmet piştgiriyê bide Kurdan. Desteya Bilind a Kurdên Sûriyeyê divê dawetî Tirkiyeyê bê kirin. Divê alîkarî ji wan bê xwestin. Ger ku Rojhilata Navîn ji nûve bê sazkirin, em nikarin temaşe bikin. Divê em bi riya diyalog û muzakereyan çareser bikin. Di vî alî de em amade ne ku navbên kariyê bikin.”
'Zarokên Kurd jî bibîne'
Demîrtaş, banga Serokwezîr Erdogan rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu çima banga ji bo Îsraîlê ji bo welatê xwe nake. Wê demê kes gotinên te nahesibîne. Ger ku li welatê te jî zarok bên kuştin û tu vê yekê nebîne wê demê kes bi te bawer nake. Ger bêjin Serokwezîrê hesapê Ceylan Onkol û Ugur Kaymaz nedabin çawa bang me dikin. Em ji bo te bi hêz bikin em van rexneyan li te dikin. Serokwezîrê di nava xwe de ne bi hêz be nikare li derve jî bi hêz be. Em hêvîdikin ku pevajoyek nû li Tirkiyeyê destpê bike.”
DÎHA/ENQERE