
Eleqeya ji bo serdanên we çawa ye? Helwest û nêzîkatiya dewletên Ewropayê ji bo Rojava çi ye?
Beriya çar heyvan me li ser navê Kantonên Xweser serdana Ewropayê kir. Nêzî du mehan vê serdana dîplomatîk berdewam kir. Em bi rayedarên hikûmetan, parlementer, rêxistin û saziyên 9 dewletên Ewropayê re hatin cem hev. Ew serdan gelekî girîng bû û gihiştibû armanca xwe. Niha jî me xwest bi vê serdana niha hevdîtinên wê demê kêm mabûn me xwest em temam bikin. Hin karê me hene. Emê bi hin berpirsiyarên din ên Ewropayê re werin cem hev. Ji bo em di mijara dîplomasiyê, balkişandina rewşa Rojava û têkiliyan de xwe bigihînin encamên baştir.
Polîtîkaya Ewropayê ya derbarê Sûriye, Rojava û bi pêşketinên dawî re jî derbarê Iraqê de hûn çawa dibînin?
Helwesta dewletên Ewropayê ji daxwaziyên me pir dûr e. Her wiha helwesta wan ne li gora pîvanên Ewropayê ku îdîa dikin di mijara demokrasiyê û mafê mirovan de li pêş in. Tecrûbeya me ya bi Ewropayê re di pêvajoya Şoreşa Rojava de çêbû. Em dikarin bêjin ku hikûmet û dewletên Ewropî li gor berpirsiyarî û pîvanên ku îdîa dikin diparêzin tevnegeriyan. Tevî ku li Rojava Kurdan û hêza kurd a rêxistinkirî berxwedaneke bêhempa û pêşketinên mezin li dij DAIŞ û rêxistinên din ên tundirav pêk anîn jî dewletên Ewropayê hima bêje bê helwest man. Di vê pêvajoyê de ji aliyê leşkerî, dîplomatîk û mirovî ve pêwistiya me bi alîkarî û piştgiriya Ewropayê hebû, lê mixabin nikare were gotin ku di vê mijarê de gav hatine avêtin. Sedema herî girîng a van serdan û dîplomasiya em dimeşînin jî ev yek e. Em dixwazin wan derbarê berpirsiyarî û wezîfeyên wan de agahdar û serwext bikin.
Gelo ji pêvajoya destpêka şoreşê û heta niha di nerîna dewletên Ewropî de guhertinek çêbûye?
Em hêvîdarin ku Ewropa mîna dewletên demokratîk helwest û tegera xwe ji berjewendiyên rojane yên siyasî û aborî serbixwe diyar bikin. Her wiha daxwaza me ewe ku dewletên Ewropayê ji têkilî û berjewendiyên bi hin dewletên mîna Tirkiyeyê li herêmê re serbixwe karibin diyar bikin û normên mirovî û gerdûnî li pêş bin. Ez bawer dikim ku di dema dirêj û nihayî de berjewendiyên Ewropayê jî di nerîn, helwest û tevgereke li gor normên demokratîk, mafê mirova de ye. Berjewendiyên wan bi têkilî danîn û hevkariya bi mere re jî hene. Dikare were gotin ku di nêzîkahiya ji bo Rojava de hêdî hêdî helwesta dewletên Ewropayê ber bi başiyê de diçe. Lê belê hêna ji helwest û tevgera tê xwestin gelekî dur in. Tiştê ji wa tê xwestin ewe ku hevkarî û piştgiriya me bikin. Ji ber ku bi hemû derfetên xwe em li dij rêxistinên tundirav û terorîst şer dikin, li ber xwe didin. Dewletên Ewropayê jî îdîa dikin ku ew li dijî van komên tundirav û terorîzmê ne. Tevî ku em li dij van tevgerên ku ew mîna terorîst dibînin di şerekî bêhempa de ne Ewropayê li gor gotin û îdîayên xwe tevnagere.
Bi taybetî Almanya û Fransa, dewletên din ên Ewropayê piştî êrîşên DAIŞ ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê rastiyan bilêv dikin lê belê di ketina tevgerê de lawaz û brokratîk dimînin…
Sedemeke bingehîn a vê serdana me û rojeva sereke ya bi dewletên Ewropî re ev mijar e. Tevgera DAIŞ a lı Iraqê, tevkujyia li Şengalê, kuştina du rojnamevanên Emerîkî ye. Her wiha tê zanîn ku bi hezaran kes ji Ewropya jî tevlî DAIŞ’ê dibin û ev yek ewlekariya Ewropayê jî di demên pêş dixe xetereyê. Em li bendê de ku dewletên Ewropayê rastiyê bibînin û wisa tev bigerin. Ji destpêkê heta niha li Rojava û li Şengalê hêza ku tevgera terorîst DAIŞ’ê radiwestînê û li dij wê li ber xwe dide em in. Ji ber ku mijar me û Ewrûpiyan eleqedar dike em jî li rêbazên hevkariyê digerin. Her wiha lêgerîneke me ya din jî paşeroj û çereseriya pirsgirêka Sûriyeyê ye. Dikare weke lêgerîneke ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku tevgerên mîna DAIŞ’ê diafirîne û xwedî dike ye. Bi dijwarbûna êrîşan û guherîna rewşê re em hêvîdarin ku Ewropî ji gotinê bêhtir di warê pratîkî de hin gavan biavêjin.
Li Rojavayê Kurdistanê di nava salên dawî yanî pêvajoya şoreşê de de dikare qala guhertinên çawa were kirin?
Ji dektpêka pêvajoya guherînê ya li Sûriyeyê ve yanî dikare were gotin ku beriya sê salan me wek Kurdên Rojava li ser bingehê xeta sêyemîn dest bi xebatan kir. Me civak birêxistin kir, me sazî û meclîsên gel ava kirin. Li ser bingehê ku gav bi gav û di her qada jiyanê de hata avakirin herî dawî me bi beşdariya hemû pêkhatiyên li Rojava Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî, Tirkmen û hwd. heyî Rêveberiya Xweser îlan kir. Her wiha hêza parastinê YPG hate avakirin. Di vê pêvajoya borî de em dî rewşên gelekî aloz re derbas bûn. Bi taybetî di mijara aborî û pêwistiyên zarûrî yên jiyanê de. Rojava ji ber ku wek erdnîgarî di bin dorpêçekê de ye. Dorpêça rejîma Sûriyeyê, komên tundirav ên terorîst, dijberiya dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê û mixabin beşdarbûna rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya nava vê dorpêçê heye. Ji aliyekî ve dorpêçeke tund berdewam kir li aliyê din êrîşên hovane li dij gelê me pêk hatin û didomin. Ev 7 heyv in ku Kantona Kobanê di bin êrîşê DAIŞ’ê de ye. Dîsa Kantona Cizîrê hedefa êrîşên DAIŞ e. Dîsa li Kantona Efrînê bi dehan tevkujî pêk hatin. Tevî van êrîş û dorpêçan jî me sîstemeke pêşketî ya demokratîk li Rojava avakiriye. Hemû reng û cudahî xwe di nav de temsîl dikin. Em dixwazin ev model ji bo tehvahiya Sûriyeyê bibe model. Sûriyeyeke demokratîk dikare bi heman şêwazê Rojava were ava kirin. Ne tenê Sûriye, li tevahiya herêma Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêkan Rojava model e.
Modela Kantonê ku we jî ji bo tevahiya herêmê mîna model nîşan de, li herêma Cizîrê çiqasî hatiye rûniştandin. Pirkgirêk an astengiyên li pêşiya we çi ne?
Mîna min li jêr jî got, pirkgirêka herî mezin aborî ye. Ji ber ku tevahiya Rojava û Kantona Cizîrê di bin dorpêç û ambargoyeke tund de ye. Ya din jî êrîşên hovane yên bi destê û DAIŞ û komên din ên terorîst bê navber berdewam dikin in. Lê belê tevî vê yekê jî me ji bo yekîtiya muxalefeta Sûriyeyê înîsiyatîfek ava kir. Ji bo hatina gel hev û hevdîtina bi muxelefata hundir û derve re me komîte ava kirin. Hin daxuyanî û helwestên hevbeş hatin nîşan dan. Niha hedefame ewe ku bi beşdariya hemû hêzên opozisyonê em konferansekê li dar bixin. Ev konferans jî bi armanca derxistina projeya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û avakirina sîsetemeke demokratîk. Di nava vê modelê de rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd jî wê cîh bigirin. Armanca me ewe ku hêzeke hevgirtî ya muxalefetê ku di qada navnetewî de muxatab were girtin û karibe pirsgirêkê çareser bike em biafirînin. Yanî armanc û hedefa me avakirina Sûriyeyeke nû ya demokratîk e.
Ji bo bicîhkirin û rûniştandina sîstema kantonan projeyên çawa li ber we ne?
Li her sê kantonên hatin îlan kirin me projeyên girîng dane ber xwe. Beriya her tiştî peymana civakî hatiye amade kirin. Ji aliyê zagonsaziyê ve gavên girîng tên avêtin. Zagona partiyên siyasî û hilbijartinê hate amade kirin. Hewldan û xebatên beşdarkirina hemû beş û aliyên civakî ya rêveberiyê mîna xabata herî girîng û lezgîn tê meşandin. Wek modela kantonan tevî Rojhilat û Sûriyeyê em dixwazin aramî û aştiya dewletên cîran jî saz bibe. Lewra em dixwazin tevî muxalefta Sûriyeyê bi dewletên cîran, gelên derdorê re jî têkiliyên berfireh ên li ser bingehê paşerojeke demokratîk bipêş bixin. Bi taybetî em dixwazin bi Tirkiyeyê re têkiliyeke baş deynîn. Pêvajoya çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da despêkirin jî hêna didome. Em hêvîdarin ku pojeya çareseriyê serkeftî bi encam bibe û AKP ji bo çareseriyê gavên berbiçav biavêje. Şik û guman tuneye ku gavavêtin û çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakûrê Kurdistanê wê bandoreke gelekî erênî li Rojava jî bike. Ji ber ku yek ji sedema rewşa dijwar a li Rojava jî AKP ye. AKP heta niha piştgiriya xwe bi DAIŞ’ê re kir. Em hêvîdarin ku AKP dawî li vê helwestê bîne.
Refleks û hewesta hêz û gelên parçeyên din ên Kurdistanê ya derbarê Şoreşa Rojava de hûn çawa dinirxînin?
Weke tevgera azadiya Kurdistanê û gelê Bakûrê Kurdistanê ji roja destpêkê ve bi her awayî hevkarî û alîkariya Şoreşa Rojava kirine û vê yekê didomînin. Bi êrîşên DAIŞ ên li ser Kantona Kobarê re bi sedan ciwanên Bakûrî li sînoran xistin, sînor rakirin û beşdarî hêzên berxwedanê bûn. Li Başûrê Kurdistanê jî partiyên siyasî yên mîna Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Zahmetkêşan û partiyên din ên siyasî derbarê Şoreşa Rojava de xwedî helwesteke pozîtîf in. Piştgirî dayîn û qebûlkirina Rêveberiya Xweser heye. YNK amadekariyê dike ku nûnertiya xwe li Kantonên Rojava veke û heman helwest ji bo Tevgera Goran jî mijara gotinê ye. Mixabin hêza ku helwesta wê derbarê Şoreşa Rojava de ne erênî bû Partî Demortatî Kurdistan (PDK) ye. Bi bûyerên dawî û bi taybetî xwe gihandina sînorê Başûrê Kurdistanê ya DAIŞ’ê û êrîşên wê re em hêvîdarin ku PDK jî bibe xwedî helwesteke nû ya rasteqîn. Di vê kêliya ku li Başûrê Kurdistanê gerîlayên YPG’ê, HPG’ê û Pêşmerge bi hev re xwîna xwe dirijînin dikare were gotin ku şert û mercên avakirina yekîtiya neteweyî û lidarxistina Kongereya Yekîtiya Neteweyî jî steweha ne û guncav bûne. Hêviya me ewe ku helwesta Barzanî û PDK’ê jî were guhertin û gavêvitan herî gîrîng û jiyanî Kongreya Netewî bicive û were damezirandin. Mîna Kurd û Kurdistaniyan derfeteke dîrokî ku careke din bi dest me nakeve afirî ye.
Li Rabia û paşê jî li Cezaa hêzên YPG’ê û YPJ’ê berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Rewşa dawî bi taybetî di warê parastinê de çawa ye?
Di 19’ê Tebaxê de DAIŞ’ê li herêma Cezaa êrîşeke gelekî tund anî ser Kantona Cizîrê. Bi hezaran endamên DAIŞ’ê tevî çekên giran êrîş dan destpêkirin. Li hember van êrîşên tund ên hovana bi berxwedana 12 rojan YPG’ê û YPJ’ê serkeftineke mezin bidest xistin. DAIŞ a ku li Cezaa wendahiyên mezin dan têk çû û vekişiya. Şer û berxwedana li Cezaa pêk hat girîngtirîn şer û berxwadan bû. Ji ber ku hedefa DAIŞ’ê bidestxistina rêya ku Şengalê û Rojavayê Kurdistanê bi hev re girê dide bû. Dixwestin korîdora ewlekariyê ya hêzên me ava kiribûn bidest bixin û tevkujiyên nû pêk bînin. Lê belê di dawiyê de berxwedana YPG’ê û YPJ’ê biser ket û DAIŞ şikest.
Piştî êrîşên Şengalê Kantona Cizîrê bi deh hezaran koçber pêşwazî kirin. Derfetên we yên xwedîderketina koçberên Şengalê hene gelo. Di mijara koçberan de hûn li benda tevgereke çawa ne?
Hatina penaberan a Rojava beriya bûyerên Şengalê jî hebû. Bi sedhezaran kesên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê reviyan xwe li Rojava girtin. Bi tevkujî û êrîşa li dij Şengalê re hejmar zêdetir bû. Mixabin heta niha di hemû warî de em bi derfetên xwe li wan xwedî derdikevin. Ne ji dewletên Rojava ne jî ji cihekî din alîkarî ji bo koçberan ne hatiye. Ne tenê penaber gelê Rojavayê Kurdistanê jî ji ber ambargo û dorpêçê di rewşeke giran re derbas dibe. Bi taybetî derman, şîr û pêwistiyên zarokan bi lezgînî divê werin pêşwazî kirin. Mijareke girîng a serdana me û hevdîtinên me jî ev yek e. Hin alîkariyên ku bi navê Neteweyên Yekbûyî dihatin kirin ne digiihiştin herêmê. Niha çar deriyê sînor ji bo Rojava tên vekirin ku yek ji wan jî Til Koçer e. Hêviya me ewe ku alîkariyên mirovî yekser ji bo herêma Rojavayê werin şandin da bigihije penaberên ji berê de bicîh bûne, penaberên ji Şengalê reviya ne û gelê herêmê yên di rewşeke aloz de derbas dibe.
EGÎD ERKENDÎ/FRANKFURT