Me hefteya dawî ya gelekî sar, bi mij, dûman, bi berf û baranê li dû xwe hişt. Vê hefteyê li wargehên Çilmêra û ser serê Çiyayê Şengalê , hin konan nekarî xwe li ber bahozê bigirin û bi hewa ketin. Lê gerîla li vir in. Ev şervanên Kurd ku ji bo Çiyayê Şengalê, ji bo şêniyên vî çiyayî bûne starek, mîna Xizir bi hawara mirovan ve tên.

Li dû hefteyeke ewçend dijwar, careke din rojên ji germahiya tîna rojê destpê kir. Bi berbanga sibehê re em ji xewê şiyar dibin û ji konê xwe derdikevin. Hewa paqij û hênik  xwe berdide nava cîgera me. Ji bo Êzidiyên rûyê xwe didin rojê û destê xwe li ber hilatina rojê vedikin, rojeke nû hil tê. Li nava konan, dengê zarokan bilind dibe. Em jî berê xwe didin wargeha ji konan a li herêma Serdeşt a li çiyayê Şengalê.


Zarokên li Serdeştê

Karê me yê îro dîtina pitik Lorîn e. Ew di rojên destpêkê yên herî dijwar ên fermana 73'an de me ew dîtibû. Lewma em berê xwe didin wargehên li Serdeştê. Zarok li nava konan dilîzin, jinên ciwan bi atilan avê dibin konên xwe, jin li ser tenûrê bi destên xwe yên pîroz nan lê dixin. Li wargeha Serdeştê bêhna nanê germ li derdorê belav dibe.

Cihê destpêkê ez li wargehê biçim, diyar bû. Ber bi konê Lorîn lê ye dimeşim. Lorîna biçûk di hembêza pîrka xwe de ye, gava pîrka wê me dibîne jê re dibêje 'Binêre va ye hevalên te hatin'. Rûyê me dike, em jê hez dikin, gelo mirov dikare ji zarokan hez nekin? Pîrka Lorîn mizgîniyan li dû hev tîne ziman. Dibêje di nava kesên çeteyên DAIŞ'ê li Kerkûkê serbest berdayî de dayika Lorîn Sêvê jî heye û îro gihaştiye çiyê. Dixwazim bi wê re jî biaxivim, lê bala min li ser Lorînê ye. Gepên wê yên qelew û spî-boz, çavên wê yên dibiriqin li me dinihêre û dikene.

Lorîna biçûk beriya 6 mehan bê dê û bav mabû û dayikeke din a Êzidî ya bi navê Xezal ew dîtibû, lê xwedî derketibû. Her çend ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi dehan mirovî xwestin û hewl dan Lorîn bi xwe re bibin û mezin bikin, pîrka wê xwe gihandibû neviya xwe û ji me re gotibû, "Lorîn keça çiyayê Şengalê ye, Êzîdî ye, berxwedêr e, wê li vî çiyayî bimîne û li vir mezin bibe." Bi wî rengî bû. Lorîn êdî mezin dibe.


Binihêre dayika te hat Lorîn

Êzîdiyên ku ji dema hebûna xwe heta roja îro nîşan dan ku sînorê berxwedanê nîne, bi teseliyeke biçûk kêfxweş bûn. Binihêre Lorîn ev diya te ye.

Lorînê, 2 mehan beriya fermana 73'an li gundê Şehabî çavên xwe li jiyanê vekirin. Agahî ji me re tê dayika Lorîn Sêvê gihaştiye çiyê. Bavê wê jî beriya du mehan gihaştibû. Keder ji çavên dayika Sêvê diherike, ya bi serê wan de hatî bi zor û zehmetiyê dibêje. Dema diaxive, li ser rûyê wê şopên zilmê tên dîtin. Ev mirovên bê çek û bê parastin, dema bi lez û bez ji keriyekî kujeran direviyan, traktora wan qulipt. Di wê qezayê de du kes li wir jiyana xwe ji dest didin û ji yên mayî re jî dema dîlgirtinê destpê dike. Çeteyên DAIŞ'ê xwe digihînin wê derê û wan direvînin.

Bi vegotinên mirovên rizgar bûne re tê fêmkirin, ku çeteyên DAIŞ'ê gundê Koço yê 600 mêr lê qetil kir û bi sedan jin jê revandin, hem weke navendeke komkujiyê hem jî navenda komkirina mirovên revandine, bi kar anîn. 

Pîrka Lorîn spasiya me dike û dibêje, her kesê navê Lorîn bihîst jê re şîrê zarokan şand. Em jî wêneyê Lorîn ê di hembêza pîrka wê de, ku rûyê wê li ken e dikşînin. Em vê kêliyê jî li dîrokê qeyd dikin. Mîna di 7'ê Tebaxê û 13 Tebaxê de me not li dîrokê nivîsandin.



BOTAN GULAN/ANF / ÇIYAYÊ ŞENGALÊ