
Yek ji Înstîtuyên lêkolînên zanistî yên civaknasî û siyasetzaniyê birêve dibe DÎSA (Înstîtuya Diyarbekirê ji bo Lêkolînên Siyasî û Civakî) ye. Du mijarên sereke hene ku DÎSA bi wan dadikeve: Qirkirina çandî (nexasim jî li ser qirkirina ziman) û rûbirûbûna bi rabihuriyê re ji bo aştiyeke mayînde.
Destpêka havînê DÎSA´yê projeyeke xwe ya li ser wêjeya devkî ya zarokan li Kurdistanê bi dawî kir. Di encama vê lêkolînê de bi navê "Dengê Bakur: Bi wêjeya devkî ya zarokan amadekariyên perwerdehiya pêşdibistanê" rapora lêkolînê hat weşandin û ji bilî pirtûka "Mamikên Kurdî" 20 pirtûkên zarokan ên bi wêne ji bo zarokên di dergûşxane, baxçeyên zarokan û saziyên perwerdê yên pêşdibistanê jî hatin çapkirin. Ev pirtûk wê were gihandinî saziyên perwedê yên pêşdibistanê bi awayekî bêpere. Bi vî awayî jî seteke pirtûkan a xwe disipêre çîrokên Kurdî bi navê Gûlgulîskên zarokan hat weşandin.
Pirtûkan ji dezgehan re dişînin
DÎSA´yê niha destpê kir van pirtûkan bigihîne dergûşxane, baxçeyên zarokan û saziyên din ên perwerdê yên pêşdibistanê ku herweha perwerdehiya bi Kurdî jî didin zarokan. Birêveberê projeyê Murat Akincilar da zanîn ku armanca wan ew e ku tevahiya metaryalên ji bo perwerdehiyê yên bi Kurdî hilberînin û bigihînin sazî û derdorên hewce.
Xebata salekê
Xebata ku bi çapkirina van pirtûkan biencam bû bi lêkolîna meydanî ya 28´ê Hezîrana 2014´an destpê kir. DÎSA û TZP´a Kurdî pêşengiya vê lêkolîna meydanî kirin ku li Bakurê Kurdistanê Serhadan (Qers, Kaxizman, Dîgor, Îdir, Agirî, Bazîd, Giyadîn, Panos, Wan, Çeldêran, Erdîş, Mûş, Gimgim, Bedlîs, Xelat, Hêzan, Tetwan), Botan (Nisêbîn, Mêrdîn, Midyad, Cizîr, Silopiya, Şirnex, Sêrt, Perwarî, Herekol), Behdînan (Hekarî, Bêşebab, Qilaban, Çelê, Gever, Şemzînan, Fereşîn), Dersim-Çewlîg (Çewlîg, Solxan, Dêrsim, Ovacix), Diyarbekir-Batman (Batman, Kercos, Kerboran, Farqîn, Erxenî) 78 rojan hat birêvebirin. Paşê encama rapora lêkolîna meydanî jî bi sê zimanan hat weşandin bi navê Dengê Bakur.
Ji bo Bakurê Kurdistanê Kurmancî û Kirmanckî
Di nava metaryalên hatine amadekirin de 6 pirtûkên çîrokan ên bi Kirmanckî û 14´ên bi Kirmanckî hene. Bi vî awayî materyal ji bo bakurê Kurdistanê ji bo tevahiya zarokên Kurdîaxêv li gorî çanda wan a devkî hatine amadekirin. Tevahiya pirtûkan bi 50 hezar nusxeyî hatin çapkirin û dikarin li qederê 2 hezar saziyên perwerdeyê werin levakirin. Herçî rapora lêkolînê ye bi Kurmancî, Tirkî û Ingilîzî hat çapkirin. Derbarê dewama projeyê de DÎSA´yê da zanîn ku ew ê materyalên perwerdehiyê di dema pêş de jî amade bikin.
Çîrokên pirtûkan
Di nava seta Gulgulîskên Zarokan de bi Kurmancî Hecî Rovî, Mam Ker, Mar û Rovî, Mişk û Pisîka Xezalê, Nîsko, Qijik û Rovî, Rovî û Werdek, Zeng û Beng, Roviyê Qotomoto, Kirnî û Rovî, Mîrên Mişk û Pisîkan, Mormorîkê, Dîk, Qaz û elok, Keçik û Xweza; bi Kirmanckî Heş û Luye, Luye û Zerrece, Voreke û Verg, Wa Pêro To Rê Bo, Namey Kamî Kotî yo, Vergo Ke Xo Şêr Vîreno hene ji bilî van maikên di encama lêkolînê de berhevkirî bi navê Gotinok û Lîstikên Xemîrokî hatin weşandin.
Di warê perwerdehiya pêşdibistanê de pêdiviyeke mezin bi materyalên bi vî rengî heye. Weke bavekî hêviya min ew e ku di demeke kurt de ev berhemên hêja ji bo zarokan karibin bigihêjin dê û bavan jî.
LUQMAN GULDIVÊ