Rêel du Cînema cara 36’emîn li Parîsê bi hezkirinên sînemayê re bû. Di navbera 20-30’ê Adarê de li Salonên Sînemayê ya Centre Ponpîdou 2300 fîlm hatin hilbijartin û ji wan 40 fîlm hatin hilbijartin.
Bi fîlmên metraja dirêj û kin 26 welat di mîhrîcanê de hatin temsîlkirin. Fîlmê Kazim Oz yê bi navê ‘Hebû Tunebû’ jî tevli mîhrîcanê bû. Di fîlm de ‘malbateke Kurd ya ji Êlihê wek karkerên demsalî diçe Enqereyê û rêwîtî û piştî rêwitiyê tê vegotin. Fîlmê Oz di nava 40 fîlmên hatin hilbijartin de di rêza 11’emîn de cih girt. Lê Oz xelat red kir. Berpirsên mîhrîcanê jî gotin ku ew rêzê li biryara Oz digirin.
PARÎS