Derhênerê kurd Rehîm Zebîhî û birayê wî Keywan Zebihî doh di encama qezaya trafîkê de li ser rêya Nêzero-Baneyê mirin.

Derhêner Zebîhî sala 1971’ê li bajarê Baneyê hatiye dinê. Ji sala 2001’ê ve bi karê sînemayê re eleqedar e û heta niha gelek kurtefilm û filmên metrajdirêj çêkirine.

Zebîhî sala 2005’an di filmê ”Janî Dabranî Edebî” de qala komkujiya Helepce û êşên gelê Kurd kir. Filma Zebihî ”Hewar” jî qala kuştina jinan kiribû û gelek xelat wergirtibûn.Wî sala 2013’an jî ”Welatê Efsane” li rojhilatê Kurdistanê çêkir ku li ser dîktoriya li ser Kurdan û zirara şer ku gihaye Kurdan hatiye kişandin. Wî bi navê ”Roja Duyemîn” jî filmeke metrajdirêj kişandibû.

”Satelît”, ”Kotayî ceng”, ”Terorîstî debezêt”, ”Ew piyawey çû bo seyran” jî hin filmên wî ne ku hem li Kurdistanê hem li derveyî Kurdistanê li gelek cihan hatin nîşandayîn.

Axir tevî ku çavkaniyên ji deverê dibêjin, Zebîhî kontrola wesaîta xwe ji dest daye, wesaît qulibiye û agir pêketiye jî, hin guman û şikên li ser îhtîmala kuûtina wî bi destê rejîma Îranê jî li nav xelkê hene.

 

BANE