Deriyê herî dijwar deriyê dil e, Xwedê wî deriyî di ser tu kesî de negire. Dema deriyê dil di ser mirovan de were girtin, hêvî jî ji mirovan dixeyîde, serî dernixûn, deriyê rûçikê mirovan li erdê, deriyê awirên mirovan berê xwe dide valahiyê.
Di nava gel de dibêjin gava deriyekî li mirovan hate girtin, deriyekî din li mirovan vedibe. Mirov bi xwe jî heyiyeke wek avê ye, dema derî di ser mirov de tê girtin, mirov di eniya herî qels de bendavan diqetîne û deriyan vedike.
Mirov û kom ên bi nexweşiya desthilatdariyê ketibe, berjewendiya kesî malbatî, hizbî lê bûbe gir, yan jî bendê xwe dabe destê dîktator û xinizan, rastiya berevaniya mirov û komên din ji bîr dikin, dikevin nava wê baweriya korê bê rê ku dê kanibin deriyan di ser bira û dijberên xwe de bigirin, bi girtina wan deriyan, bi bêhêvî li paş deriyan hîştinê armancê xwe bi bira û dijberên xwe bidin pejirandinê. Lê ji bîr dikin ku di rastiyê de ew di ser xwe de girtina deriyan amade dikin, dê rojekê bixwe di paş wan deriyan de têk biçin. Minak tijî ne, encama dîktator û generalên xwe di pîleya yêzdanî de didîtin, niha di paş deriyan de ne, li ber çavan e.
Endamên serkariya tirk ya niha, ji bîr dikin ku demekê generalan di ser wan de derî digirtin, lê ew generalana niha bêhêvî li paş deriyan rojên xwe yên encamê dijîn, lema jî di ser bi hezaran siyasetmedarên Kurd de derî girtine. Hemû deriyên sînor di ser Rojava de girtine, hê wê jî bes nabînin, dîwarên rûreşiya mirovahiyê ne, lêdikin. Ne dûr e, wê roj bê, ew dîwar û derî li rûçikê vê serkariya AKP ya rastiya mirovbûnê ji bîrkirî jî wek tewaneke giran bê girtin.
Sêmalkan, birîneke teşenekî bûyî, bi wê deriyê xwe yê bê perwaz ne tenê di ser Rojava de hatiye girtin, ew wek birînek di dil û di hînavê Kurdan de bi awayê kuçek rûniştiye û ravê şermê avêtiye rûyê her kesî, ev rûreşî ya derdorên ji bo armancên piçûk û wek maşeya serkariya tirk tevdigrin olan daye, êdî gihîştiye radeyeke wisa, poşiyên reş jî nikane vê şerma giran veşêre.
Ev şerma Sêmalkan ta niha tenê di nava me Kurdan de dihate zanîn. Gotineke me Kurdan heye; dibêje “Xwedê mirovan şaş meke, şaş kir jî fehş neke…” Serkariya başûr ji bo armancên piçûk û bi gotina Tirkiyê xwe şaş kir û ev deriya di ser Serokê PYD Salih Muslimê yê bi navnetewî tê nasîn de girt, bi vê tevgera xwe di qada navnetewî de kete nava şerma herî mezin, rasterast bivir di serê xwe de lêxistin. Niha jî nikanin ji bin derkevin.
Dema wan ew derî girtin, di wê baweriyê de bûn ku hemû kilît û bend di destê wan de ye, dê ewê bikanin bigihijin armancên xwe yên kirêt, lê hestê wan ên birayê xwe piçûk û hêza xwe yêzdanî dîtin, hin rastiyên demê bi wan dabû jibîrkirin.
Yek; hêza gelê Kurd bi giştî, xwerû li Rojava ku wek lehiya biharê ye, dikane di her derê de bendav û çeperên hatine girêdan biqetîne, ji bin ve ji bir kirin. Ev hêz li Tîl Koçer di ser re çû, dev û çavên wan man vekirî, rûçikên wan reng avêt. Rûreşiya derîgirtinê bi şelpinî li rûçikê wan ket.
Ya duyemîn; wan teknîka demê ji bîr kir, êdî deriyên dîgîtal wek tirîjên rojê ji hemû kelem û bendavan derbaz dibe, girtina deriyan bêwate dike. Her çendî Salih Muslim ji bo wê rojê negihîşt Waşingtonê jî, di Skypê de hê bi bandortir û bi raztir li Waşîngtonê olan da; rê li têkiliyên bi rûmet vekir.
Kilîta deriyê xaniyê xelkê û bi kirê zêde di destê mirovan de namîne, rojekê xwediyê xanî wî deriyê di ser mirovan de digire. Lê deriyê mirov bixwe avake û veke, tu kes nikane wê deriyê di ser mirovan de bigire.
Derî bi raz in, derî were girtin jî, vedibin, lê kesên deriyan di ser mirovan de digirin, roja xwe ya di paşderiyan de mayinê amade dikin. Hewldan û hêz deriyan vedikin. Vebûna deriyan û azadî nêzê hev in, êdî tu kes nikane deriyan di ser Kurdan de bigirin, welo ew mîrê Kurdan jî be.
DERÎ
Derî peyv û têgîna herî bi raz e, carne rastî, carna tirs û kul, carnan jî metafor e. Derî rastiya dost û dijminan jî li ber çavan radixîne. Dema deriyê girtîgehê di ser mirov de tê girtin, mirov dizane ku deriyekî dijmin e. Di wê rewsê de mirov li benda vebûna deriyê azdiyê dimîne, hêvî mirovan ji bo vebûna deriyê azadiyê li pê dihêle.