Operasyona Cenga Mezin a ku QSD’ê li Reqayê daye destpêkirin di roja 94’an de dewam dike. Şervanên QSD’ê ku heta niha 16 tax ji DAIŞ’ê rizgar kirin, Deriyê Bexdê yê Reqaya Berê li DAIŞ‘ê girt. Bi vî rengî deriyê herî mezin li DAIŞ’ê hate girtin.
Şervan li bereyên Rojhilat û Rojava bi pêş ve diçin. Şervanên QSD’ê DAIŞ li Reqayê asê kirine, û li taxên El Berîd û Mirûr şer dijwar bûye. Heta niha QSD’ê gelek nuqteyên DAIŞ’ê xistiye bin kontrola xwe. Li Eniya Rojava Taxa Mirûrê, Qesra Edaletê, li Eniya Rojhilat jî taxa Rewda li ber rizgarkirinê ne. Şervanên QSD’ê Deriyê Bexdê yê li Reqaya Berê xistin bin kontrola xwe û derî li çûn û hatina DAIŞ‘ê girtin. QSD’ê bi girtina Deriyê Bexdê re deriyê herî mezin ê çûn û hatina DAIŞ‘ê girt û hemû sûrên dîrokî xistin bin kontrola xwe. QSD’ê bi kontrolkirina Deriyê Bextê deriyê mifteya bajar xist kontrola xwe.
Deriyê Bexdê yê derûdora wê bi hesin pêçayî, sala 1980’yî ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve hatibû restorekirin. Bilindbûna derî nêzî 30 metreyan e. Bi kontrola Deriyê Bexdê re rêya ku diçe Reqaya Kevn jî tê kontrolkirin.
REQA