Tîmên taybet bi ser malên girtî de girtin deriyên malan şikandin û ketin hundir. Bi dehan tîmên taybet berê bi ser mala Sînan Kutluk de girt. Dayîka Kutluk Asiye Kutluk, diyar kir ku dema tîmên taybet hewildidan derî bişkênin hişyar bû û wiha got: "Bi dehan polîsan bi balyon li derî dixwistin. Ji got rawestin ez derî vedikim lê ranewestiyan. Lê dîsa jî hêj wan derî neşikandin min der vekir. Kurê min ji ber zextên polîsan reviya çû Ewropayê. Ligel polîs vê yekê dizanin disa jî tên me nerehet dikin."
'Bi balyozan li derî xistin'
Pişt re polîsan bi ser mala Emrah Kutluk û apê wî de girtin. Di dema serdagirtinê de mala Kutluk hate tevlîhevkirin û deriyê mala apê wî şikandin. Pismamê Kutluk Sînan Kutluk, diyar kir ku dema ew li ser ban radiket di nîva şevê de li derî xistin û tiştên pêk hatin wiha vegotin: "Ez bi pismamê xwe re li ber ban radizam. Ez bi dengê balyozê hişyar bûm û ez çûm ber derî. Min ji wan re got rewastin ez derî vedikim lê guh nedan. Derî şikandin û ketin hundir. Mal tevlî hev kirin. Pişt re pisamamê min girtin û birin." Dayîka Emrah Kutluk Behîce Kutluk jî diyar kir ku piştî kurê wê 9 mehan di girtîgehê de ma serbest hate berdan û pişt re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê jê re hate dayîn. Emrah Kutluk birin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê.
DÎHA/EDENE