Dêrik bi pirtûkan şa dibe
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê biryara vekirina duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li bajarê Dêrikê da. Pêşangeha doh destpêkirî, berdewama çalakiyên pêşangeha duyemîn a herêma Cizîrê ye ku di Tîrmehê de li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin.
Çalakiya roja yekem bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, endamên tevgerên çand û huner, heskiriyên pirtûkan û xwediyên çapxaneyan pêk hat.
Pêşangeh wê sê rojan, ango sibe jî dewam bike.
Tê de saziyên çapxane, yekitiyên çandî, Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê, Komeleya Çanda Suryan a Sûriyeyê, Yekitiya Niviskarên Kurdistanê li Sûriyeyê, Çapxaneya Dilşêr, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, Komeleya Nivîskarên Rojava beşdar bûn. Di pêşangehê de bi sedan pirtûk wê werin nîşandan.
Beşdariya jinan girîng e
Seroka Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê li Sûriyeyê, Wezna Hamid diyar kir ku pêşangeh çandeke pirr girîng e. Wezna bal kişand li ser beşdariya jinan got, “Beşdariya jinan a ji bo pêşangehê balkêş e. Jinên Kurd di her qadên civakê de, bi taybet çandê cih digire, hemû pirtûkên Kurdî devkî parve dike û nifşekê dighînê yê din.”
Pêşengeh li navenda Yekitiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dêrikê ji saet 10:00 heta 13:00 û ji saet 17:00´an heta 19:00‘an vekirî ye.
ANHA/QAMIŞLO